Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ker] de;

16. heywana ku di nav çand û ziman û folklora kurdan de gelekî popûler e..

(bnr: quzê kerê)

(bnr: kîrê kerê)

(bnr: gûyê kerê)

(bnr: kerguh)

(bnr: şîrê keran)

(bnr: pişta kerê)

(bnr: mejiyê keran)



29.10.2013 01:20 | endazer

14. li kurdistana azad ji bo parastina mafên keran di sala 2005an de bi navê partiya kerên kurdistanê partiyek hatibû avakirin.. par ji aliyê partiya kerên kurdistanê ve li şarê silêmaniyê peykerê kerekî hatibû danan.. hingî digotin em ê bi navê zarîn radyoyekî jî vekin.. nizanim partî hêj sax an na?



26.10.2013 22:21 | endazer

11. sê wateyên vê peyvê hene.. di bilêvkirina her sê peyvan de jî bi nûansên kiçik be jî cudatî hene lê ji ber ku alfabêta latînî nahêle û rê nade nikare bi rastî were transkirîbekirin..

wateya pêşÎn: heywana ku mirov lê siwar dibe û barê xwe pê dide hilgirtin, merkeb. (tîpa k-yê de hinekî hişk û req tê xwendin an bilêvkirin)

wateya didoyê: kes an heywanên ku guhê wan seh nake an nabihîse. (tîpa k-yê biçekî bi ser tîpa g-yê ve diçe.)

wateya sisêyan: par, parçe, beş, pişk, birr, qet. (tîpa r-yê ya dawiya peyvê biçekî tê şidandin.)



26.10.2013 18:27 | endazer