Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîlmên ku tirşikvan jê hez dikin] de;

11. fîlmên ku ji ber nivîskarên tirşikê navên wan ên resen nanivîsin wê nivîskarên din û xwendekarên tirşikê nekaribin bihêsanî xwe bigihînin van fîlman.. helbet mirov navê fîlman bi kurdî jî binivîse gelekî baş e û ji bo kurdîkirina fîlman biçûk be jî gavek girîng e lê divê pêşiya nav û nasnameya oricÎnal yê fîlman bê nivîsandin ku heçiyê dixwaze guh bide şîret û tewqeyên nivîskarên tirşikê yên derheqê fîlman de bikaribin xwe bigihînin fîlmê û binnivîsên fÎlmê.. wek nimûne bawer nakim ku ji bo vê qonaxê çi encamên berkeftî di lêgerînên motorê yên înternetî de ji bo fîlma dengê xwuda û zarokên cinnetê û lîstikên hewn bên bidest xistin..

yanî çi? yanî xêra xwe û ya dêûbavên xwe pêşiyê navên resen yên fîlman binivîsin û paşê hûn dikarin di ber de navê wan ê bi kurdî jî lê zêde bikin..



30.07.2013 15:18 | endazer