Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dastanekkevin] de;

8. camêr ji başûrê kurdistanê ye, behdînî ye, lê ji me hemûyan çêtir bi jargona ferhengên înteraktîv dizane, tê bêjî qey ligel tirşikê di ekşiyê de jî dinivîse; (bnr:chopy fatah/68884)

ji zû de ye nedinivîsî, bi xêr vegeriyaya ve, me hêvî jê heye, bêtir li ser mijarên têkilî başûrê kurdistanê binivîse û pirs û xem û mereqên me yên li ser başûr derman bike..



17.05.2015 04:06 | endazer

7. nûnerê tirşikê yê ji başûrê kurdistanê û devera bahdînanê bû demekî..

ji mêj de ye pêjna wî nayê.. xwudê bike hema sax û silamet be û neketibe destê terorîstên daîşê de..



15.09.2014 02:43 | endazer

2. nivîskarê ku stara xwudê li ser be van rojan gelekî aktîv e..

bi qasê ku ji peyamên wî dixweyin, ji başûrê kurdistanê û ji devera behdînan e..

hêvî dikim ku di tirşikê de ji xeynî mijarên ferhengî û zimanzaniyê behsa rewşa siyasî û sosyolojîk ya kurdên ji başûrê kurdistanê jî bike, ji bo nimûne;



- kurdên başûr çima ev qas hej tirkan dikin û heyranên her tişteka tirkan û tirkîtîyê ne?

- çima pirraniya şÎrket û mûteahîdên ku li başûr îş dikin û pariyên mezin dixwin tirk in?

- çima kurdên ji başûr yên zanîngeh qedandî ev qasî nezan in, û haya wan ji dinyayê tunîne?

- ynk û gorran çima ev qasî di bin tesîra îranê de ne?

- gelo van salên di pêş de me hêvî heye ku kurdistan serxwebûna xwe îlan bike

- û gelo statûya bajarên ku derî herêma kurdistanê hatine hiştin wê çawa safî bibin??



20.02.2014 15:42 | endazer