Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helly luv] de;

37. piştÎ stran û sîngila xwe ya ewil ya bi navê risk it all pêşiyê straneke bi navê revolution -şoreş- ku tê de behsa şerê kurdan li dijî daişê û pê re jî bi navê finally -dawiyê- li ser referandûma serxwebûna kurdistanê li başûr du stran çêkir. revolution na lê finally kêfa min jê re hat. par bi stranbêjeke albanî re stranek bi navê guns and roses -gul û çek- çêkir bi ya min cara ewil di vê stranê de dengê wê li stranekî rûnişt, ez bi hêvî bûm ku bi vê stranê li lîstên mûzÎka dinyayê cih bigire û deng vede lê zêde deng veneda.
çend roj berê jî bi navê boy bye stran û vîdeoklÎba wê ya nû belav bû. kêfa min zêde jê re nehat tenê dawiya stranê remÎksa lorke detayek baş û di cihê xwe de bû. klîb li gorî normên kurdan biçekî sansasyonel e ji loma gelek kesan li ser youtubeê dislike danê.
xanimê bi kompaniya sony re peymanek daniye wê êdî her du mehan carekî stranekî çêke û li seranserê dinyayê konsêrtan bide, yanî wê hîn gelek navê wê bê bihîstin.

boy bye




guns and roses





25.12.2019 00:33 | endazer

30. di rapirsîna rûdawê ya kesayetî gencî salî 2014an de heta niha ji 1.617.883 dengan kariye 97.046 dengan wergire. bi vê rêjeya dengan piştî qubad talabî û ferhad etroşî di rêza sêyê cih girtiye.

http://rudaw.net/PollResults.aspx?pageid=366&PollID=63



30.12.2014 00:05 | endazer

28. di fîlmeka bi navê merdan ku ji aliyê derhêner betin qhobadi ve hatiye çêkirin de wek serlehengê fîlmê rol standiye û ligel ekîba fîlmê beşdarî festîvala fîlman ya torontoyê ku li kanadayê ye bûye.. di roja ewil ya festîvalê bi cilûbergên pêşmergeyan û bi alaya kurdistanê çûye hola festîvalê, di roja didoyan ya festîvalê jî bi kiraseke sor çûye festîvalê û bala hemû beşdar û mêvanên festîvalê kêşaye ser xwe..

http://rudaw.net/turkish/culture/130920141



13.09.2014 21:20 | endazer

25. hesabê wê yê înstagramê; http://instagram.com/hellyluv

malpera wê; http://www.hellyluv.com/index



ya spehîtayê ez nikarim tiştekî zêde bêjim, lê bejn û bala wê lihevhatî ye, tam di qeydeya form û norm û pîvanên wan jinan de ye ku di folklora kurdan debi hezaran stran li ser hatine gotin..



(bnr: di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan)



10.09.2014 01:24 | endazer

23. min îro guhdarî covera wê ya şemamê û canê canê kir.. dengê xanimê bi rastî jî xweş e.. û ev jî heye xwudê bejn û balek bêqisur û bêkêmasî dayiyê, mirov ji temaşa û guhdarkirinê têr nabe..

helly luv - şemamê&canê canê :



edît: niha li ser youtubeê liqayî performansa zindî ya hêlîn xanimê ya covera şemamê û canê canê hatim, ya ji hemûyan ecêbtir navê vîdeoyê 'helly luv di partiya rojbûna kralîçeya brîtanyayê, elîzabethê de distirê' ye û ya ji wê jî ecêbtir hema bêje hemû serok û serkirdeyên hikûmeta herêma kurdistanê di rêza pêşîn ya salona konsertê de cihê xwe girtiye.. qubad talabanî kenekî welê ji dil dike tu dibêjî qey ji derinan sozin standine.. *

ew vîdeo;



09.09.2014 23:19 | endazer


7. rûpela wê ya li ser facebookê ji aliyê 500 hezar kesî ve hatiye ecibandin..



21.02.2014 00:29 | endazer

5. stranbêja ku ji aliyê kesinên nenas ve bi riya mesaj û smsan gefa kuştinê lê hatiye xwarin.. bi egera ku di klîba xwe de sembolên masoniyetê bikar aniye.. hêlan xanim jî -erê navê wê yê rastî ev e- dibêje piştî îdîayên xelkê min zanî bê masoniyet çi ye.. neyse muhtemelen ehmeqên ekstra msilman bi vê kerîtiyê ve rabûne û gefa kuştinê lê xwarine, ji ber hindê ez rasterast berê xwe bidime wan.. ê oxlim bi qewlê teyyîbê sergolik welew kî, sembolên masoniyetê bikar aniye, çi ji te re derd e, te çi jê ye, çi îşê te pê heye, çi kula dilê te ye?!



bi eslê xwe ji dihokê ye, hêj heft salî bi malbata xwe re bar kiriye îranê, ji wir jî bi riya tirkiyeyê çûne fînlandê, û ji wir bi tena serê xwe hêj 18 salî dil daye american dreamê û lêdaye çûye amerîkayê..



ji bo stran û vîdeoklîba wê ya pêşiyê ya bi navê risk it all yanî her tiştî bide ber çavê xwe, anku her tiştî bide ber bayê rÎskê, nikarim bêjim xweş û serkeftî ye, û di vîdeoklîba xwe de bi sehneya ku ligel lêvên xwe yên soravkirî û rûyê xwe yê boyaxkirî di nav cilên pêşmergetiyê de direqise anku biser navê reqs û dansê tevgerên spastîk dike, dilê min ji dinyayê xelandiye..



13.02.2014 01:06 | endazer