Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tara mamedova] de;

10. di hevpeyvîna xwe ya di radikal.com.trê de dibêje ez ji kurdên bakurê kurdistanê ên li ewropayê elimîme tirkî.. mirov nizane ne bikene ne bigirî..



18.09.2014 01:31 | endazer

9. bi navê jinên şengalê li ser karesat û trajediya şingalê straneke xweş çêkiriye..

gotinên stranê wê bi xwe nivîsandine û meqam û mûzika stranê jî wê bi xwe daniye.. min di peyama xwe ya ewil de derheqê wê de gotiye hertiştê wê temam e ji xeynî dengê wê, lê bi vê strana xwe peyitand ku dengê wê jî temam e û bêqisur e..

tara mamedova - şinên şengalê :



18.09.2014 01:26 | endazer

7. bi navê ax albûma xwe ya ewil derxistiye..

albÛm ji pel recordsê derketiye, min go belkî dîsa destê ayhan evcî lêketibe lê liqayî navê wî nehatim..

min guhdarî teasera albûmê kir, min tiştek jê fêhm nekir.. lê telafûza wê ya kurmancî ne xirab e.. *



29.05.2014 22:26 | endazer

3. stranbêja ku ji xeynî dengê wê her tiştê wê temam e.. tenê deng jê kêm e, belkî dengê wî jî xweş be lê terza xwe nedîtibe hêj nizanim, lê bi stranên xwe yên heta vêga nekariye di nav playlista min de ji xwe re cih çêke.. siba dusiba eger arşîveka vîdeoklÎban çêkim bêguman dê di rêza didoyê de be (ez nikarim xwe ji xwudê bikim û tu hewiyan bînim ser hanî xanimê)..



06.02.2014 23:17 | endazer