Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwêjinkî] de;

5. li gorî wîkîpediyayê li gundê quzêrîb di wateya tişta pirr perçe, tişta ne yeker, xurde, tişta hûrkirî de tê bikaranîn.. wek; pereyê te xwêjing e yan na? http://goo.gl/ACCQEm



18.03.2014 23:14 | endazer

3. ji ber xwe de avêjtina bi vê ecêbê? ya staaarrr..

nizanim jina xwêjinkî li kû der û deverê dibihurê û çi eleqeya tav û taviyê bi hev re heye?



18.03.2014 22:34 | endazer

1. peyveke xweserî dîwançe û ferhengoka arjen arî ye.. min heta niha tenê di şi'ra wî ya bi navê hêvî û di pêşeka pirtûka wî ya bi navê bakurê helbestê û di nivîseka wî ya amidakurd.net ê de dîtiye.. wekê din ne li ferhengan û ne li ser netê û ne jî ji devê xelkê guhlê nebûme.. min ji çend camêrên ji derdora çalê û omerî pirsî lê ewan jî nezanî..



hevokên ku ev peyva nadîde û nestêleh xwe lê digire:



''wê vebe rengo rengo li dû taveke xwêjinkî.''



''Wê şevê, beriya ku hîv biçe şivê, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir, ji ezman wisa bêjimar stêr xwêjinkî hatin xwarê, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stêran meyzên!''



''Ji hêlekê de bila Xaniyê nemir di mesneviya xwe de

Feqî, Mela, Herîrî… heyy bike, Cizîrî berî Xanî'yê

Kurdî-xan tîrên helbestê ji dîwana Mîrê Botan xwêjinkî

bi ser Axa Îran de dibarîne; û dost û dujminan bi vê

malikê dihesîne:

Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu bixwazî

Wer şiîrê Melê bîn,te bi Şîrazî çi hacet!''



li gorî texmîna min; xwê-ya xwêjinkî-yê ji xwêla ku di wateya xwahrê de ye, çêbûye.. bi qasê ku dixweye peyv di waetya şêweya tiştên (bi taybetî jî tîrêjên tavê û şewqa heyvê) kevanokî û qewsokî de hatiye bikaranîn.. bi tirkî eğimli, meyilli, kavisli Û bi îngîlîzî jî; curved, sloping, inclined..



09.02.2014 17:14 | endazer