Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şefkat tepe] de;

4. rêzefîlma ku wisa dixweye, rehme'l gora kurtlar vadisiyê aniye..



(bnr: rehmet li gora kefendiz)



12.02.2014 00:35 | endazer

2. şefkat, rehm û dilovanî û tepe jî; gir û banî.. bi kurt û kurmancî girê rehmê..

beşa ku pêxember lê nazil dibe; http://www.gazeteciler.com/diziler/peygamber-kamyon-kasasinda-stv-dizisinde-74090h.html



12.02.2014 00:12 | endazer

1. rêzefîlmeka zirecêb ya samanyolu tv-ya kanala cemaeta fethullah gülen.. rêzefîlm behsa çi dike, mijar çi ye, baş nizanim, lê bi qasê ku ji devê xelkê seh dikim di kuştina temsîlî ya gerîlayên pkkê de, ji polat alemdarê kurtlar vadisiyê jî bihurandine..

li gorî dengûbehsan û vîdeoya min darî kirî, di beşa nû ya rêzefîlmê de, pêxember li ber yekîneyeka eskerên bijarte yên tirk, di kaseya qemyonekî de nazil dibe, bi nûra xwe her yekî yeko yeko teftîş dike û lêdide diçe.. li ser vê yekê, hemû esker dikevin pey erebeya ku pêxemberê xwudê tê de ye, û dikin girîn û hawar, dibêjin neçe, dev ji me bernede, qehremanek ji nav yekîneyê, dibîne ku pêxember pakiyê ji eskeran nake û guh nade wam, radibe xwe davêje bin erebeyê û erebeyê disekinîne.. filan..

me peyamên sublîmînal dîtine, lê ne bi vê ecêbê.. bi rastî jî heta serê dimîne, qûn ecêban dibîne..



12.02.2014 00:10 | endazer