Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jar] de;

4. romana pêşîn ya kemal varol e..

pirtûk behsa kîn û rikberiya di navbera du kalemêrên ku berê dost û hevalê hev bûne, dike.. kemal varol ji bo romana xwe wek mekan cihê ku jêdayîk bûye, erxenî hilbijrtiye.. piştî xwenina kitêbê ez çûm erxeniyê, min karî ez mekanên ku di pirtûkê de tên behskirin teşhîs bikim..

kemal varol dibêje min dev ji helbestê berdaye lê dema mirov jara wî dixwîne, mirov fêm dike ku helbestê dev ji kemal varol bernedaye, bi hêma û metafrên xwe û bi teswîr û şayesandinên xwe jar dişibe helbesteke dûdirêj..



16.02.2014 00:53 | endazer

3. bi qewlê wîkîpediyayê;



belengaz, hejar, feqîr, perîşan, reben, goyîn, nedar, belingaz, kesa/ê ku rewşa wê / wî ya aborî xirab e, kesa/ê ku têra hewcehiya xwe dirav yan saman nîne.



bi qewlê gotineka pêşiyan:



heçiyê jar e havînê jî sar e



16.02.2014 00:43 | endazer