Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara zarema] de;

29. pirs û bersivê ku di kovarê de li ser tirşikê hatine belavkirin;



1.Tirşik çi wextî ji teref kê/kiyan ve hat damezrandin.



1. malpera tirsik.net di meha hezîrana sala 2013an de, weke malpereke girêdayî wergerine.com û turkcekurtcesozluk.comê hat vekirin.





2.Herkes dikare di tirşikê de binivîse



2. herkesê ku bixwaze û dikare bi kurdî binivîse, dikare bibe endamê tirşikê. piştî bûna endamê tirşikê pêwist e nivîskariya we ji aliyê moderasyona tirşikê were aktîfkirin, piştî hingî endamê nû-nivîskar bi ya dilê xwe dikare mijarên nû veke an di bin mijarên heyî de di nav peyamekî de fikra xwe bêje.



3.tu dikarî statîstîkê tirşikê bidî.



3. îstatîstîkên heta dawiya meha sibata 2014an wisa ye: hejmara peyaman: 25.720, hejmara mijaran 7.127, hejmara nivîskarên qeydbûyî: 954 e.



4.Yê herî zêde peyam nivisî ye kî ye



4. ya rast li ber destê min lîsteyeke birêkûpêk nîne ku ez yeko yeko bihijmêrim lê dikarim çend nivîskarên ku bi zêdebûna peyamên xwe yên di tirşikê de balê dikişînin bêjim; @endazer 3800 peyam, @simurg56 3300 peyam, @brusk56 1500 peyam, @ceso 1000 peyam, @elegez 700 peyam, @cinorek 600 peyam, @nan û av 600 peyam, @mamoste 400 peyam, @mazlumozdogan 400 peyam, @nazim tolhildan 400 peyam fîlan..



5.Eleqa nivîskar rewşenbîrên kurdan bi tirşikê re heye, çawa ne.



5. erê di tirşikê de çend nivîskar û rewşenbîrên kurd ên berniyas hene û bi navên cuda dinivîsin lê ji ber ku di tirşikê de zemîn û atmosfereke bêserûber ya serbestiya derbirîna fikrî û rexneyan heye, û ji ber ku civaka kurd -xwende û nivîsendeyên kurd jî tê de- civakeke girtî ye û her rexneyekî wekê reşkirin an rabezînekî li hemberî heyîna xwe dibîne, di nav nivîskar û rewşenbîrên kurd de biheqî hêj belav nebûye, yanî erê xebera pirraniya wan jê heye lê ji ber ûşt û egerên muxtelîf xwe jê dûr vedidin. an jî bi navên ku em nizanin, tê de dinivîsin û em nizanin.



6.Hûn ji tirşikê çi hêvi dikin.



6. berî her tiştî em dixwazin ji rojeva serdestan û ji ajandaya mêtingeran wêdetir rojev û ajandayeke bi kurdî û kurdistanî çêkin, û herwiha em dixwazin databankekî bi kurdî ya berfireh ku tê de ji şîrê şêr bigire heta formûla çêkirina kurdistaneke serbixwe, ji bêje û biwêj û zargotin û metnên kurdî yên li ber metirsiya nemanê bigire heta rê û rêbaza perçekirina dendika atomê, ji pozîsyonên seksê yên di nav civaka kurdî de bigire heta klîşeyên helbest û stranên kurdî, behsa her tişteka li ser rûyê erdê bike, û herwiha em dixwazin bi pişkdariya kurdên ji her beşeka kurdistanê û ji ji her zarava û devokeka kurdî, devok û zaravayên kurdî biçekî din nêzî hev bibin, zimanê kurdî biçekî dî ber bi standartbûnê ve biçe, neteweya kurdî biçekî din qalib bigire û hişmendiya kurdistanê biçekî dî li nav reh û demarên kurdan bigere. bi kurt û Kurmancî em dikarin bibêjin ku armanca tirşikê ew e ku li ser înternetê derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî werin berhevkirin û arşîvkirin û bi vî awayî dema kurdek bikeve înternetê bikare her tiştî bi kurdî peyda bike.



7.Problemên we hene hebin çi ne.



7. erê çawa?! mezintirîn pirsgirêka me, em dikin nakin nikarin xwe bigihînin kîtleya xwe ya potansiyel, tevî hemû hewldanên me, heta niha teqrîben 1000 (bi nivîsê, hezar) nivîskarên tirşikê çêbûne û ji nîvî zêdetir ê van nivîskaran hêj destê xwe qene li peyvekî jî negerandine, yanî bi jargona tirşikê qet netirşikandine, ez naxwazim tu kesî deşîfre bikim û bidim şermê lê em dibînin heta êvarî li ser mecrayên din ên sosyal medyayê kêf û seyranê dikin, lê dema tu ji wan dipirsî tu çima di tirşikê de nanivîsî, xwe didin paş perdeya hêncet û mahneyên wek, wextê min nîne, ez bi xwe re nabînim, ez ji sîstema tirşikê fêhm nakim, ez bi kurdiya xwe ne bawer im, ez vêga diçim kursa zimanê kurdî hema çawa ez serwextê zimên bûm ez ê binivîsim, kuliya zimanê min xwariye, ''okiyam ama yazamiyem'' mozqirtikê bi zimanê min ve daye, tirşik bûye cihê reşkirin û rexnelêgirtina destkeftinên kurdan, destê min lê nagire ku ez di tirşikê de binivîsim, ji ber ku ne min tirşik vekiriye û ji ber ku di tirşikê de tu payeyek neketiye ser milê min ez ez xwe lê nakim xweyî û tê de nanivîsim, filan.. hêj berdestnebûna versiyona mobîl ya malpera tirşikê jî yek ji pirsgirêkên me yên mezin e ku dilê gelek bikarhênerên me yên xwedî smartfon ji tirşikê dihêle..



8.Tirşik di medya kurdî de cih girtiye?



8. li ser înternetê di gelek malperan de nûçeya tirşikê derket, lê di malper û rojnameyên ku me hêvî ji wan dikir û pirraniya kîtleya potansiyel ya tirşikê jî xwendevanê xwezayî yê wan e, nûçeya tirşikê di ser guhê xwe re avêjt, herwiha li ser sosyal medyayê jî çend kes û komên kurd ên popûler ku bi hêviyên mezin me ji bo tirşikê hawara xwe gihande wan, qene berê xwe jî bi me ve nekirin.



(amedekar; mihemed şarman, kovara zaremayê, hejmarar yekê)



2014.06.06-00:32 | endazer

18. kovara ku min heta niha ji devê du camêran derheqê kêmasiyên redaksiyona wê de rexnenin bihîstine.. min li kovarê nêrî, redaksiyon ji aliyê sê çar kesan ve hatiye kirin dixweye, tabî dema îşên wiha dkeve ser milê sê çar kesan herkes bi hêviya yê dî ve dihêle û îşê xwe baş nake, divê ji bo hejmara xwe ya didoyan camêrekî zimanstandart îstîhdam bikin, wek nav ez karim navê besam mistefa pêşniyarî wan bikim.. *



2014.05.21-19:42 | endazer

15. ser xÊRÊ, HEJMARA EWil ya kovarê derketiye bazarê..

min hêj derfet nedîtiye, rûnim û bxwînim, lê wê rojê li pirtûkfiroşa xana zêlûyan li ser linga min çavek lê gerand, kovareke têra xwe berfireh e, nivîsên balkêş tê de hene, li ser tirşikê jî tê de kurtehevpeyvînek heye..

xwudê hez ke çaxê min kovar bi temamî xitim kir ez ê bi dirêjayî behsa bikim..



2014.05.20-23:54 | endazer

12. (bnr: faxir mamedî)

(bnr: 10.000 kilamên kurdî ên klasîk li ba min hene)



kovara ku dikare dosye-hevpeyvînek qerrase li serbnra jorîn amade bike..

ev yek hem wê balê bikişîne ser berfirehî û zengîniya mûzîka kurdî a gelêrî, hem ji devê arşîvkarekÎ em ê bikaribin wesd û taybetmendiyên stranên gelêrî ên kurdî bixwînin û hem jî wê hişmendiya arşîvkirina berhemên zargotina kurdî di nav nifşên nû ên kurd de çêke..



2014.03.02-16:41 | endazer

3. kovareke nipûnû û ter û teze..



bi qasê ku dixweye tibabek ji xebatkarên kovarê, xebatkarên hejmara ewil ya kovara wêje û rexneyê ne.. lê berevajiyê wêje û rexneyê qadek ji qada kovara wêje û rexneyê firehtir Û mezintir danîne ber xwe.. ya rastî di nav civaka kurd ên kurdîaxêv de ev lazimiyeke mezin a berbiçav bû.. di nav beşên hunera kurdî de hema bêje ya herî zndî û çalak mûzîka kurdî ye, lê dema mirov çavê xwe lê digerîne, di zikê hev de 5 nivîsên bikurdî yên li ser mûzîka kurdî û stranbêjên kurd nabîne.. herwiha heman tişt dikarin ji bo sînema û şano û mîmarî û sosyolojî û siyaset û gelek warên din ên ku civaka kurd a modern pêk tînin jî wre gotin.. di warê wêjeyê de çi lokal û çi jî giştî gelek kovarên edebî hene lê dema mirov li qadên din dinêre, ji çoleke beyar a bêserûber pê ve tu tişt naxweye.. ez naxwazim neheqiyê li tu kesî bikim, berê di warê mûzîkê de ez ne şaş bim kovareke tirkî-kurdî derket, çend hejmar jê derketin nizanim lê ez ne xelet bim nkarî xwe li ser lingan bigire û xwe bigihîne heta roja îro.. şaşiya mezin ew e ku mirov bi serê xwe, bêyî ku ji derûdora xwe bipirse û bişêwire Û bêyî ku zemîna xwe test û etût bike û xebatên pr'ê bike îşan bike, her îş tê û li ser mantiqê ticaretê disekine, huner jî û siyaset jî.. eger miştêriyên te tunebin an eger potansiyela te ya karkirinê tunebe tu çi qas malên baş û bikalîte jî bifiroşî malên te wê li ser te de bimînin tê bixusirî û tê ji saman û sermiyana xwe bibî.. ez meselê serûbino nekim.. yanî dixwazim bêjim di vê astê de civaka kurd ji bo xebat-kovarên tenê li ser şaxekî an qadekî disekinin û derdiçin ne mûsaît û mûnasîb e.. yanî ji bo cara pêşîn divê kovarên bi vî awayî pirreng û pirmijar û têrtirşik derkevin heta ku rê li ber xebat-kovarên pisporî vebe/veke..



ez dirêj nekim, ser xêrê be, belkî klîşe bixweye lê eger xebatkarên kovarê bikaribin bi rastî jî soz û we'dên xwe bicih bînin, û ji heqê mîsyona xwe de derkvin dê îhtîyaceka mezin a civaka kurd a kurdîaxêv têr û tijî bikin..



di peyameka xwe ya din de ez ê bi berfirehî behsa tesîr û karvedanên zikreşî û çavnebariya karakterê kurdî ya li ser siyaset û mûzîkê û edebiyata kurdî bikim.. heta hingÎ di xêr û xweşiyê de bimînin..



2014.02.18-17:26 | endazer