Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aaron] de;

2. navê birayê mûsa pêxember e, tabî ligorî transkrîbasyona îngîlîzan, di nav civakên îslamî de teqabûlî navê harun dike.. li gorî doktrîna îslamê pêxemberekê xwudê û li gorî ya cihûtiyê jî kahÎn û sêhrbaz û pêxemberekê xwudê ye..



18.02.2014 23:52 | endazer

1. komeka mûzîkê ya fransî ye lê bi piranî mûzîkên xwe b zimanê îngîlîzî îcra dikin.. dirêjaya navê komê artificial animals riding on neverland e.. bêtir bi strana xwe ya bi navê lili an bi navê xwe yê dirêj u turn têne nasîn lê hemû stranên wan yên di albûma artificial animals riding on neverlandê de xweş in û hêjayî guhdêrînê ne.. herwiha evê komê mûzîkên fîlma je vais bien, ne t'en fais pasê çêkiriye, fîlm jî bi qasê mûzîkên xwe serkeftiye..

lili, endless song, rise, mister k. û lost highway û û û hema bêje hemû stranên wan klasîk in li ber dilê min.. li ser youtubeê çend vîdeoyên wan yên performansa zindî hene mirov jê têr nabe.. bi taybetî jî endless song: http://www.youtube.com/watch?v=3rzph2_rMa0&feature=share



covera wan ya famous blue raincoata leonard cohen jî hêjayî guhdarîkirinê ye..

aaron - famous blue raincout: http://www.youtube.com/watch?v=OQYlKBsDe5A



18.02.2014 23:48 | endazer