Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guhîj] de;

4. yek ji xweştirÎn fêkiyê zarokî û feqîriyê ye, li cizîrê gireke bi navê cehfer sadiq heye, carê cihe seyranê bû, havînan her maleka halûwextxweş radihiştin selik û sepetên xwe yên seyranê û dihatin vir seyranê.. axirê li vir gelek darên guhîjan hebû û dema em kiçik ez û çend pismamên xwe yên hevalên min ê zarokaniyê em dihatin vir guhîj diçînin dixwarin û bi xwe re dibirin malê..

par dema ez çûm cizîrê ez çûm ser vî girî ku li pişt gir gundeke kavil bi navê qafilqirê heye, ji bo bîranîn û serpêhatiyên xwe yên zarokaniyê nû bikim, bi bîr bînim, j, ber rêya hawîrdorê (çevre yolu) ya li biniya girî tê çêkirin, her der di nav toz û tirabêlkê de mabû, heta çeşmeya li gir jî hema bêje miçiqî bû..



15.04.2014 18:31 | endazer