Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gönül dağı] de;

3. berî her tiştî her strana ku newa û meqamê wan dişibin hev nayê wê maneyê ku malê diziyê ye, ji berê de êl û eşîr û qewmiyetên ciranên hev li ser hevdu kartê kirine û derî û dergehê xwe ji hev re li piştê hêliştine.. ji bo nimûne çend stranên gelêrî yên kurdî mirov dibîne ku di li cem ermen û eceman jî hene, wek nimûne ez karim behsa strana lorke lorke yê bikim.. neyse ev îzahata min dizî û ÎntÎhala dewleta tirk meşrû nake tabî, êdî kerê kor ji zane ku sê çar caran trt yê karmendên xwe li çarnikarê kurdistanê gerandine ji bo pars û berhevkirina zargotina kurdî.. tenê ne stran, gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok, metelok, tiştanok, dua û nifir û destan axirê bi ser navê folklorê hema çi hebe, eger rojekî siyaseta tirkiyeyê sayî û şefaf bû û trt yê dergehên xwe yên arşîvan vekirin hingî ji xwe rastî wê derkevin holê..



01.03.2014 19:48 | endazer