Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [faxir mamedî] de;


1. arşîvkareke kurd e, ji bajarê selmasê, ji rojhilatê kurdistanê ye, li gorî nûçeyeka rûdawê, heta niha 10.000 kilamên kilasîk ên kurdî li cem xwe berhev kirine..

bi navê http://kilasikenkurdi.listen2myradio.com/ li ser înternetê radyoyek onlayn vekiriye û tê de bîst û çar seetan weşana klasîkên kurdî dike, bi rastî jî karê ku kiriye û dike bi peyv û pesnan nayê gotin,

nÛçe-heyvpeyvîna rojnameya rûdawê ya pê re hatiye kirin:



''Her çiqas serdema modernizmê û teknolojiyê li seranserê cihanê gellek tişt ji bîra xelkê biribe jî, lê ya rast ne weke Kurdan. Mixabinî tevî van hemû derfetên peydabûyî û van salên dûr û dirêj heya niha jî Kurdan nekariye arşîfeke birêkûpêk a klasîkên kurdî ava bikin .





Ew ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Selmasê ye û nêzîkî bîst sal in ew li Swêdê dijî. Wî ji zarokatiya xwe de dest bi komkirina kilamên kurdî ên kevin kiriye û hinek kilam dîroka wan vedigere beriya 110 salan. Wî niha radyoyek li ser înternetê bi navê kilasîkên kurdî http://kilasikenkurdi.listen2myradio.com/ vekiriye ku 24 demjimêran kar dike.





Kesê ku em qala wî dikin Faxir Mamendî ye. Li ser hezkirina wî ji bo klasîkên kurdî û çawaniya berhevkirina van hemû kilaman me hinek pirs ji Mamedî kir:





Rûdaw: Çawa ev hizra komkirina klasîkên kurdî li cem te peyda bû?





Faxir Mamedî: Ez ji çar saliyê pê ve bi melodiya Radyoya Êrîvanê mezin bûme û çaxê min guhdarî dikir pirr li xweşiya min dihat. Ji ber ku jiyana Kurdan tijî nexweşî û xemgînî bû, melodiyên Radyoya Êrîvanê gellekî pêre digunca. Dema ez xemgîn dibûm, min wiha hizir dikir ku ew radyo tenê derdên min fêm dike û her dema dengê bilûrê û ew dengên resen dihatin min, yekser ez dibirim jiyaneke din. Te digot qey ez berê jî jiyame. Pirr caran dayika min ji min re digot “tu bûyî mirovekî kal”. Û wiha min destpêkir, her çiqasî pexşa wê kêm bû, lê her dema vedibû, min jî tomar dikir û piştre guhdarî dikir. Lewra ez dikarim bi rehetî bêjim ku bandora Radyoya Êrîvanê li ser min wiha kir ku ez vî karî bikim.





Kengî we dest bi vî karî kir?





Baş tê bîra min, ez wê demê deh salî bûm. Min yekemîn kaset li ber dengê Radyoya Êrîvanê tomar kir û min li cem xwe baş zeft (tomar) dikir. Ew kaset min pirr diparastin lê mixabin ji ber rewşa Kurdan a nexweş û êrişên dewletên dagîrker li ser Kurdistanê, bi taybetî li ser gundan, me mala xwe wê çaxê bar dikir û ew kaset winda bûne û heya sala 1991ê tenê 240 deqîqe bi min re man.





Çawa ev hemû kilam gihiştin ber destên te?





Sala 1991ê ez derbasî Bakurê Kurdistanê bûm û çûm bajarê Wanê, gellek xizm û kes û karên min li wê derê hene. Ji wê derê min dest bi komkirina van kilaman kir, demê du salan li wir mam. Wê demê ji arşîfa ku min berhev kiribû tenê 3 kaset mabûn, ew jî dibûn 240 deqîqe, ji ber rewş ne wek niha bû û te nedikarî wiha serbest pirsa berhemên kurdî bikî, lê dîsan jî ez bêhêvî nebûm û min li wê derê dest bi komkirina klasîkên kurdî yên Bakur kir û ev kar hetanî sala 1993yê berdewam kir, heta ez derbasî Ewropayê bûm û li welatê Swêdê niştecih bûm. Dema ez gihiştim Swêdê, min seredana hemû komeleyên kurdî dikir ji bo komkirina van berheman.





Kesekî di vî karê we de arîkariya we dikir?





Mixabin nexêr û kesên ku kilamên kurdî li ba wan heyî, daxwaza pereyekî mezin ji min dikirin. Carekê ez bi kesekî re axivîm ji bo bi min re arîkar be û arşîfa Radyoya Êrîvanê bide min, li hember her deqîqeyekê wî heşt Dolar xwestin. Eger rewşa min a darayî ne wiha bûya, minê dîsan bidana, lê mixabin hin kesên wiha hene heya bazirganiyê bi arşîfa miletê kurd dikin û tenê ew li ba xwe hiştine û nahêlin millet jî mifayê jê wergire. Ez bi rêya rojnameya Rûdawê dîsan bang li wî û hemû kesan dikim ku bila arîkar bin û wê arşîfê bidin min, ezê wê jî bi vêya li cem xwe re biparêzim. Û tenê yek armanca min heye, em hemû arşîfa xwe li cihekê kom bikin.





Çi berhemên degmen li ba we hene gelo? Tiştek heye ku hûn dizanin û kêm kes zanibin?





Belê hene, li ba min du kilamên Ehmed Sawîşê Mirazî hene. Dîroka wan vedigerê beriya sed û deh salan. Ew bi xwe katibê Cangîr Axayê Êzdî bûye û şazdeh salan ketiye zindana Sîbîriyayê û wî wê demê ji bo ku zimanê xwe ji bîr neke kilam her ji xwe re gotine. Dîsan Sûsîka Simo şeş kilamên wê hene ku dîroka wan vedigerê sed sal beriya niha. Lê mixabin gelê me qîmet nade van kesan û hema bêje nas nakin û dîsan mixabin gellek kes lêkolînê li ser van kesan çêdikin û bi şaşî gellek nivîsan li ser van kesan parve dikin. Gellek caran min dîtiye ku ev hunermend tên biçûkkirin, hema bêje ji temenî û heta dawiyê. Ev jî li gor min şaşiyeke mezin e ku derheqê van kesan de tê kirin.





Ji bo parastina vê arşîfê çi hizrên we hene?





Min di serî de ev kar ne ji bo pereyan kiriye, tenê wek Kurdekî min xwestiye vê gencîneyê careke din kombikim. Bila êdî Kurd jî bêjin arşîfa me heye, weke hemû welatan. Û hemû dizanin ku gellek ji van kilaman dîrok tê de tê vegotin, lewma divê bên parastin û ji ber ku kesên ku arşîf bi wan re heye daxwaza pereyekî mezin ji min dikin, ez daxwazê ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikim ku bi min re arîkar bin, da ku pêşiyê ez van berheman bînim ba hev û em bi hev re wan têxin çarçoveyeke neteweyî de, da ku weke saziyekê cihê xwe bigire û piştre grûpek ji lêkolîneran kom bibe û lêkolînan li ser van berheman bike. Gellek ji kilaman qala dîrokê dikin. Dîsan eger derfet hebe em dikarin kovareke taybet li ser jînegariya klasîkên kurdî derbixin. Bila em ji bîr nekin ku arşîfên xwe yên di destên dewletên dewrûber de jî rizgar bikin. Dîsa ji bo dengê van klasîkan bigihijê hemû cîhanê û bi taybet hemû Kurdan li hemû cihanê, ez dixwazim applicationek hebe û bibe weke çendîn radyoyên ewropî, mîna “Beethoven û Mozart”.





Hevpeyvîn: Aştî Omer Sindî



- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/interview/01032014#sthash.Ea1TPpMI.dpuf



02.03.2014 04:01 | endazer