Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji aliyê peyv çêkirin û darêjtinê ve potansiyela bêhempa ya zimanê kurdî] de;

3. potansiyela ku ez dikim nakim nikarim di berdêla neyseya tirkî û anywaya Îngîlîzî de ji bilî çend biwêjên wekê bi kurt û kurmancî, axirê, asoxîn, ez dirêj nekim, ez serê we pê neêşînim ku her wextî mebesta axaftinê bicih nayînin tê de peyda bikim û jê tê derxim.. li hêviya alîkariya nivîskarên tirşikê me..



17.08.2013 17:42 | endazer

1. bi rastî jî ev gewher û gencîne û potansiyel dibe behr û nesîbê kêm zimanan.. eger xwudê kir û zimanê kurdî li bakurê kurdistanê bû zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ne zêde di nêv 5-10 salan de wê di her warekî de pêngavinên welê bavêje ku heçiyê bimîne wê devê wan şeş gazan ji hev bimîne.. berî her tiştî ji bo her peyveka biyanî di nêv zimanê kurdî de mirov dikare bihêsanî berdêl û bergîdanên maqûl û bermantiq bibîne.. çimkî hema bêje ji her alî ve mirov dikare kîte û qertafên peyv çêkirinê li peyvan zêde bike.. wekê din hê jî nîvê ferhenga kurdî û kurmnacî nehatiye berhev kirin.. tenê diya min rabe û behsa gundê me bike ez wekê navê xwe dizanim ku kêmtirîn wê deh rûpel li ferhenga zana farqînî zêde bibe.. ne tenê ew herwiha hê jî di warê ferhengsaziya kurdî de hê jî ferhengek temam û birêkûpêk nehatiye amade kirin.. heçî ferhengên heyîn hemû jê keda tab û cehd û xîretên şexsî ne.. lê ji bo ferhengçêkirinê xebatên kollektîv û alîkariyek baş ya lojîstîk û fînansal divê ye.. anyway wek min gotî eger saziyên kurdan yên fermî yên zimên çêbin û girîngî û qîmeta pêwist bidin kurdî wê di nêv 5-10 salan de du qetî li xwe zêde bike ev ziman..



02.07.2013 21:50 | endazer