Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

86. civîna ku min dil heye dilq û dirûv Û rengekî gerdîşî pê bidim..

eger xwudê hez bike û bêje erê, çend hefteyekî dî bi beşdariya hunermendekî surprîz ez ê civîna duyemîn -an divê bêjim sêyemin nizanim- ya gerdîşî ya nivîskarên tirşikê ya li amedê durist bikim..

cih muhtemelen wê heman cih yanî terasa bajêr/roj cafe/fîsqaya be û roj û saeta civînê jî muhtemelen wê eynî roj û saet be, yekşem/14-15:00.. belkî vê carê, şûna çaya tirş û tehl em xwarinekî bidin..

eger ciheke sergirtî ku em bikaribin lê xwarinekî xweş û zêde nebuha bixwin û pê re jî hevalê hunermend bikaribe bi rihetî hunera xwe lê îcra bike û ji me re stranên xwe bêje û em jî bikaribin lê vegerînin û pê re bêjin, hebe ew der jî Çêdibe..

lê vê carê divê hejmara beşdaran zêdetir be, divê civîn profesyoneltir be û divê bikaribe li derdora kurdîzan û kurdînivîsên tirşiknenas û tirşiknenivîs deng vede û wan bikişÎne tirşikê..

derî û dergehê min ji bo teklîf û rexne û şîretên hevalan li piştê ye, kerem kin fikra xwe bêjin..

û du hunermendên ku kêm zêde têkiliya min bi wan re heye, hene, ez ê xwe bigihînim wan lê, nizanim bê ka wê qebûl bikin an na, li gorî wê eger qebûl nekin, divê em di nav xwe de orkestraya tirşikê ava bikin û divê em bi xwe ji xwe re lê bidin û ji xwe re bistirên.. eger hevalên ku têkiliya wan bi hunermendinên ku dikarin bên û civîna me şên û ava bikin re heyî di nav me de hebin bila xêra xwe, ew jî arî me bikin..



21.04.2014 03:14 | endazer

84. wekê di peyamên din de jî hatiye gotin civÎn xweş bû..

- sohbeta me hirde çû û wêde hat yanî me nekarî em sohbeta xwe li ser kontekstekî bigirin û kontrol bikin.

- hin hevalên me zêde şermok bûn, ji dêla wan ve jî ji mecbûrî ez şitexilÎm, bawerim antîpatiya li hemberî min ya di tirşikê de piştî civÎnê du qetî zêdetir bûye..

- me pêşiya civÎnê li ser çawaniya civÎnê tu plan û bername dananîbûn, ji ber hindê biçekî spontane çêbû civÎn..

- me nekarÎ em zêde li ser kêmasiyên tirşikê biaxivin û me nekarî em zêde behsa rê û metodên berbelavtirkirin û berniyastirkirina tirşikê bikin..

- di civînê de tirşik tunebÛ me tenê çaya tehl û tirş vexwar

- me hevalên botî û torî nehêlişt hevalên ji herêmên din zêde biaxivin.. *

- ji bo ku hevala gulgenim beşdarî civînê bibe min jê re got nazim tolhildan jî wê were, hevala gulgenim dema nazim li civÎnê nedît biçekî li ber xwe ket, ji xwe bi mahneya qursa min a tangoyê heye hêj civÎn temam nebûyî rabû çû..

- hevala elegez jî gotibû ez ê bêm lê bi şertê ku cercîs rewanî jî were.. ez ne şaş bim hat û dema dît ku cercîs ne di nav me de ye lê da çû..

- evê civînê rê li ber civînên din ên muhtemel jî vekir.. muhtemelen çend hefteyeke din wê li stembol civÎna duyem wê were duristkirin..



23.03.2014 22:18 | endazer

81. civîn bi rastî jî xweş bû, çavê herkesê beşdarî civînê bûyî li hevalê (hun çawane heval*)))))) geriya, lê nizanim me nedît,

ez ê paşê bi dirêjî behsa civînê bikim, lê xweş bû bi rastî jî, yanî biz çekerken çok eğlendik..



23.03.2014 02:16 | endazer

57. civÎna ku wê siba di saet 14.00ê de were lidarxistin..

yanî ji civÎnê re 19 saet û 12 deqîqe mane, civîn wê li terasa bajêr ya li raserî fîsqeyayê çêbe.. û bi qasê ku dixweye ez yanî endazer, serhat avcı, brusk56, mazlumozdogan, nan û av, elegez, gulgenim û hevaleke din ku tevî hemÛ lêgerîn û lêpirsînan min hêj navê wî yê di tirşikê de bidest nexistiye wê essehî beşdar bibin Û wekê dî gulan, kurê xelkê, janbarblues, qêl qêle jî belkî beşdar bibin û hun çawane heval:))))))) jî wê wek çavdêrekî ji derve me temaşe bike..



21.03.2014 18:59 | endazer

50. ez dibêjim piştî nîvro saet 15.00ê ne xirab e..

herkesê ku dixwaze beşdarî civînê bibe bi xwe re objeyeke têkilî navê xwe yê nivîskariyê jî bîne wê baştir be, bi vî awayî hem wextê me yê zêde neçe û hem jî wê hewayeke egzotîk û esrarengîz bide civîne.. ji bo nimûne min dil heye ku ez bi xwe re rastekeka tyê bînim.. *



(bnr: rasteka t)



19.03.2014 23:18 | endazer

46. civÎna ku heta niha beşdarbûna 7-8 kesan hema bêje esehî bûye..

cih û saeta vebirî ya civînê rojek berî civÎnê yanî êvara îniyê wê were diyarkirin û banghildan..



18.03.2014 22:31 | endazer

40. henek menek 6 roj jê re mane..



16.03.2014 01:27 | endazer

35. civîna ku wê çavê hemû beşdarvanên civînê li cercîs rewanî û elegez be..



13.03.2014 23:44 | endazer

29. ez niha bi telefonê bi keçkokekî ku bi xwe jî nivîskara tirşikê ye re şitexilîm, min jê re behsa civîna nivîskarên tirşikê kir û min got ka tu jî nayî, got eger nazim tolhildan jî be ez ê werim..

baş bû ku min şitexaliya telefonê li cem xwe qeyd kir, .. *



11.03.2014 18:20 | endazer

21. civîna ku li gorî baweriya min wê ne kêmî 10-12 kesî be..

û bila nivîskarên mêr qet xeman nexwin û mereqan nekin eger nivîskarên jin neyên ez ê ji derve çend xanimên sempatîzanên tirşikê bi xwe re bînim, da civata civînê şên bikin..



08.03.2014 17:35 | endazer

11. civîna ku xwudê hez ke 15 roj dî re wê çêbe..

heta niha bi qasê ku dixweye 3 kesî hatina xwe essehî kiriye..



07.03.2014 00:32 | endazer

6. roj cafe, yanî terasa bajêr, fikreka xweş e..

eger heta hingî tu teklîfeke baştir neyê em ê civîna xwe li terasa bajêr, li raserî fîskaya û baxçeyên hewselê û kampûsa zanîngeha dicleyê û li bin siha bircên amedê çêkin..



06.03.2014 00:20 | endazer

1. civîna ku wê piştî newrozê pêk were ye.. yanî wextê wê manîdar e.. * civîn wê ji aliyê petron û ceoyê tirşikê, simurg56* ve bête fînansekirin.. yanî ça û çerezên civînê ji kîsî tirşik companyyê ne.. 22ê adarê yanî roja piştî newrozê rojek mûsaît û mûnasîbê ez dibêjim çimkî her sal gelek kes ji derve ji bo newroza amedê têne amedê, di 22ê adarê de kesên ji derve ji bo newrozê hatine jî wê bikaribin beşdarî civînê bibin û ji xwe roja sebt(şemî)ê ye jî roja betlaneyê ye..

min hêj cihê civînê diyar nekiriye, min go em bi hev re diyar bikin wê çêtir be..

derî û dergeh ji bo teklîf û rexneyan vekiriye, yên dixwazin bên bila kerem kin bêjin an binivîsin..



05.03.2014 22:06 | endazer