Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [daristan] de;

4. carina di şûna dibistanê de jî tê bkaranîn..

hevalek rojekî diçe maleka cemaetê, dibîne ku mehdiyê ku di dunya tvyê de bernameyekî pêşkêş dike jî li wir e, diçe cem, pê re bi kurmancî diştexile, mesele tê ser xwendinê, heval şûna ku bêje dêûbavê me em bi hezar zorî û zehmetî dane xwendin û rêkirine dibistanê dibêje rêkirine daristanê.. dûmahîka meselê nizanim, nizani ka gelo pirqînî bi civatê ketiye, an kesî xwe Lê nedaniye..



13.09.2014 14:28 | endazer

1. welatê daran anku cihê ku dar bi komikê lê dimînin.. wekê dî di kurdî de ji bo cihên ku dar bi komikî lê dimîn gelek peyv û bêjeyên din yên wekê; kelem, gem, mêşe, darûbar, darûber, darên, talan, birr, dehl, dehil, devî, bêşe, cengel, rêl, ırman, orman, ça, çiya, darisan, bax, lêrr, lêrrewar, jingil, cenêl, qorî, aqar, bîşî, hemî jî têne bikar anîn..



06.03.2014 03:40 | endazer