Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [silgav] de;

1. Silgav an sivande an sivîng. Li gelîyê pêrî dibên sivgal.

Wexta ku dîlan çê dibe bûkê tînin ber derê mala zavê. Bûk li hespî siwar e. Zava tevî şoşbanê xwe diçe ser banê xênî li ser silgavê disekine sê sêvan davê sere bûkê. Mewîj û tûyên hişkkirî (ji bo bereketê) ser re direşîne.



Daye kor be duta ne xudanê law û qîza



duta ne : Dayê Kor bê dâyik û bavên xort û keçan Ji ber derd û keseran bêçare mane. Pişt lê duta bûne. Hêza wan şikyaye.



Arix dibên li gundê saran

Gava ku zelzele bu

Lê lê anê dused sêsed mezel vedan

De lê lê lê

De lo lo lo

Hîvik vêket

Hîva tijî ye

Lê lê anê duta ne xudane law û qîza

Lê lê dayê yek nebû zava

Sere silgavê

(sivgal an svîng a



arix dibên li devê çayê

mala erdlerizandinê bişewite ar berdayê

qemîşê herdu biran nakim ku bikim kilamê

(Heyfa min bi her du biran tê ku bikim stranê)



de lê lê lê

de lo lo lo lo



Arix gundek ji gundê Sêvas-Îmrali yê ji devera koçgîrîyê ye.

Koçgîrî Eşîrek Kurde. Li dû şerê cîhanê yê yekem li sala 1919 an di bin serekatîya Elîşan beg û Heyder beg serî hildidin. Serhildan ji ber tunebûna rexistineka siyasî dişkê



06.03.2014 06:04 | endazer