Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [name] de;

5. navê helbesteka şairê kurd ê nemir arjen arî ye..



''Şorbenîsk min ji bîr kir

tilîşewitî, hevrêşk û meyir. . .

xweziya

tasek dims li ber min bûya

nuha li wir. . .

lo esker çi dikir bila bikira...



bi min re ma

-newê gorê baş e-

hisreta qeras aş e;

ya min şal û şapik...

di talda tahteke Gebar de nuha

min pal dabûya;

nanekî tenûrê jî hebûya

azad bûma hê çêtir,

ji xwe bindest im...

ez bêjim -têm çavên te

nuha şil in...

û destên te binmil in, xuşka min

-silavan ragihîn xwarziyê min

bêje -xalê te radimîse

têr têr tê eniya te. . .



û li ber nekeve

li ber min jî...

ma ez xalê kê me?

ne, te digot -çi mêr e-

-berxê nêr ji bona kêr- e

êşa xwe nexe dilê xwe

sibehekê rabe, xuşka min

bi ser wî bajarokî de bidêre.

birayê te. . .



28.07.2013 09:53 | endazer

3. navê helbesteka abdulla pashew ku li moskowê hatiye lêkirin.. mehmet atlı ev helbesta nestêle kiriye beste û di albûma xwe ya dawîn de stirandiye.. helbest jî û strana ku ji helbestê hatî pê jî di warên xwe de têra xwe xurt û serkeftî ne..



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me

hemû bajar li gel min gav diavêje



tenêtî karxezalek bû

nêçirvanekî hat

nîşan lê girt

gavên min nagihêjinê



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me



diçim

cada tije xwe bi piye min girê dide

di berîkê min de nameyek

li zerfekî sor de

dile minê duwemîn e

lê dide...



stran:



06.07.2013 15:33 | endazer

1. kaxezên nivîskî ku berê mirovan pê têkilî bi hev û din re datanîn.. di warê têkilî û danûstandinên beşerî de ciyeke girîng digire ev navgîna ragihandinê.. di roja îroyîn de çendî cihê xwe ji mail û posteyên elektronîk re hêliştibe jî hê jî li hin der û deverên wekê hebs û qişleyan ku înternet û telefon lê tune an qedexe ye, tekilî pê nameyan tê danîn.. û hin kesên wekê min ji nostaljiyê hez dikin jî carinan ji delalî û dergistiyên xwe re nameyan dinivîsin û dişînin..

di kurdî de ji bo nameyê herwiha mektûb û reşbelek jî tê gotin..



06.07.2013 15:27 | endazer