Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qadir dîlan] de;

1. Qadir Dîlan (1929 Slêmaniyê- Kurdistan, 1999 Prag- Çêk).



Bo yekem car Qadir Dîlan harmoniya Tonal a muzîka klassîkê oropî

veguhestiye nava muzîka kurdî û herweha bi hemen şêweyî muzîka kurdî

jî aniye nav ya ewrupî.



Qadir Dîlanî di sala 1966'an de jibo xwendina muzîkê çû Pragê. Piştî

çend salan çendîn Marşên Kurdî û awazên folklorî di muzîka ewrupa de

bikar aniye.



Qadir Dîlan di sala 1929'an de li Bajarê Slêmaniyê ji dayik bû ye. û

di temenê ciwaniya xwe de dest bi xwendina muzîkê kiriye, û em dikarin

weke pêşîtirîn komposîtora Kurdî berbiçav bikin ku amûrine mîna

Klarînêt, Trumpêt û û û, û stîlline mîna Caz (Jazz) tevliyê bûne.



Qadir Dîlan tête hilbijarin an jî hejmartin yek ji pêşîntirîn

damezrînerên Orkêstra Kurdî ya Netewî. Hinek ji karên wî yên

hilbijartî mîna Demî Raperîn, Fantazî, Bîrewerî û û û. jiboyî

Orkêstra hatine danîn.

Berhemên wî mîna Demî Raperîn, Fantazî, Bîrewerî) çend caran ji aliyê

orkêstreya Radiyo ya Pragê û Opêra Pragê û herweha çend caran ji hêla

orkêstreya netewî ya kurdî ve hatine pêşkêşkirin.



Tevî ku jiyana Qadir Dîlanî tev muzîk bû jî, lê ne gîha ku berhemên xwe bide bi tomar kirin... Qasim Hol dibêje:

di salên 90î de ji min hat xwestin ku ez filmekî çêbikim, ba navê "Leyla Amirîyê", wê çaxê ez li yûnanê bûm.. Min jî alî xwe de xwest ku Qadir Dîlanî muzîka wî filmî binîvisîne... Pisht re Qadir Dîlan ez vexwendim bo serdana wî jibo guhdarîkina muzîka wî,, ez çûm welatê çêkk-Pragê. Lawê wî jî li wir bû.. Em li ser wî berhemî xebitîn û me qedand.. Qadir Dîlan dûv re xemgîn bû, min jê pirsî çima? got,, ev berhem jî mîna hemu berhemên din in.. Min gelek berhem nivîsandine lê min yek jî ji wan nedaye bi tomar kirin.. gelek pere dikin, û perê min tuneye jibo vê meselêQadir Dîlanî di 18.03.199'an de di temenê 70 salî li pragê çû ser

dilovaniya xwe, pêşî li wir hat veşartin, dûv re û li gorî xwesteka wî

termê wî rakirin Silêmaniyê, cihê ku dixwest li wir bê veşartin..



qadir dîlan - bîrewerî : https://www.youtube.com/watch?v=PCO4_1AqiLY#t=14

qadir dîlan - sirûd : http://www.youtube.com/watch?v=O7i5qSaWt_k&feature=relmfu

qadir dîlan - firîşte : https://www.youtube.com/watch?v=Bh_pkTJ5SU0



05.04.2014 03:12 | endazer