Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed ezîz şakir zaza] de;

1. mûzîkologeke kurd e.. di 5,05.1945an li bajarê Qamişloyê- Kurdistanê ji dayik bûye. Dibistana sereke di sala 1956an qedand û ya navîn di 1960î de dûv re Abîtûr-zanistî di 1967an de, lê weke xwendineke azad.

Ji 1958-68 li cem muzîkvanê aşûrî, mamoste Gabriyêl Es'ed muzîk xwend, û di sala 1964an grûpeke muzîkê ji hevalên xwe damezrand, û xebata xwe ya muzîkî li navenda çand û hunerê li bajarê Qamişlo dikirin. Pişt re bi yek sal mîna wî mîna sedhezarên kurd, nasnameya wî ya sûrî jê hate kişandin.

Di sala 1967an xwe li zangoya şamê jibo xwendina felsefê qeyd kir, lê ji ber kêşeya nasnameyê xwendin jê re derneket, an jî lê hat qedexekirin, ne tenê wisa lê belê nema dikarîbû ji ber vê meselê li ti cîhên din jî kar bikra.

Di destepêka 1969an de berê xwe da Tçêkoslovakiyayê û li bajarê Pragê gîtar û kompozîsyon xwend dûv re macistêr û doktora di beşê muzîkolociyê li zangoya Karl- IV., wergirt.

Di salên 1983-1991 li welatê Cezairê mamostetî, herweha peymengeha muzîkê li peymangeha bilind damezrand jibo perwerdeya muzîkolociyê.

Ji 1991 hetanî 1996an mamostetî di fakûlteya huner û ragehandin (medya) li zankoya bajarê Trablusê-Lîbya.

Di destpêka 1996an de veger bo bajarê xwe Qamişloyê û li wir instîtûyek bi navê Navenda Muzîkê avakir.

Di sala 2002an de jê re hat pêşniyar kirin ku fakûlteya hunerê li zangoya Selahiddînê li Kurdistanê damezrîne, û ji wê çaxê ve jî serokatiya wê dike.





Berhemên wî/ pirtûk:

Harmonî

Gîtar

Punweriyên muzîkê/ Solmîzasyon

Kontrapûnktus

Kalaydoskop di muzîkê de

Arrance ji boyî orkêstra (derpêç I û II)



05.04.2014 03:13 | endazer