Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xweştirîn kurmancî] de;

9. ne ez im.. * tevî hemû hewldanên xwe hê jî nikarim bi qasê tirkî bi kurdî pê de herim..

erê di destê me bingeheke xurt heye lê ji ber ku di îşê înşaata kurmanciya nivîskî de (ziman diyadeyeke aktûel e anku pêvajoyek e) kêm kes dişixulin, kurdÎ ji zimanên heval û hemdem û hevşî paşde dimîne..

di kurdÎ de tunehÎ an kêmahiya qalib û biwêj û mecaz û argoyan pirsgrêka sereke ya kurmanciya îroyîn e.. yanÎ erê di berdêla her peyv û têgeheka zimanekî de di ferhenga kurdî de di şûna yekî sê çar bergindên wê hene lê dema mrov bêje ez ê ji wan peyv û têgehan di nav şitexaliya xwe de ristinan çêkim û ji xwe re bikim ristik, dibe him û gima mirov, çima? çimkî ew peyv û têgehên di ferhengan de ji konteksta xwe dûr û berrî ne, erê di kurmancî de hene lê çawa têne bikaranîn û bi hevoksaziyeke çawa, ne kifş e..

biçekî jî ji ber vê yekê hirde û wêde min çi dît ez ji çengan re digirim û tînim di bin vê mijarê de qeyd dikim.. çimkî ji bo axaftineke organÎk û li ser rê û rayeka xwe biwêj û gotinên pêşiyan gelekî girÎng in.. ji xwe ya ku kurmancîaxêv lê dimînin heyirÎ û nikarin ber piyê xwe bibînin û pê de herin jÎ biçekî nezanîn an nekarîna bikaranîna biwêj û gotinên pêşiyan e..

(bnr: versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan)



08.04.2014 01:59 | endazer

6. ji vê mijarê bêtir mebesta min kurmancîaxêvên xwende yên bajarî bûn.. yanî yên ku dikarin derheqê her meseleyekî de (siyaset, felsefe, astrofîzîk, biyokîmya, mantiq, sosyolojî û hwd) bêyî sekn û bêyî him û gim pê de diçin, bêyî terpilîn ya dilê xwe der dibirin..

ji bo nimûne kurmanciya kendal nezan di vî warÎ de wek nimûne mirov dikare bide..



08.04.2014 01:36 | endazer

1. ya kê ye an li kîjan der û deverê tê axaftin mereq dikim.. mixabin hê jî liqayî kurmancîaxêveke ku di nav şitexaliya xwe de bêyî sekn û bêyî likumîn û bêyî him û gim wekê avê pê de diçe nehatime..



08.04.2014 01:23 | endazer