Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ellahmezar.ir] de;

1. malpera kurd û kurmancên xorasanê ye.. tê de derheqê çand û huner û jiyana kurdên xorasanê de hema bêje her tişt heye, mûzîk, folklor, erf û edet, helbest û edebiyat.. mixabin pirraniya nivîsên di malperê de bi elîfbêya erebî ye.. min teqrîben sed stranên kevn ên klasîk yên hunermendên kurd ên pişka kurdî ya radyoya meşhedê ji vê malperê daxistin û hildan arşîva xwe.. ez lÎnka stranan nadim, heçiyê mereq dike an dixwaze bila bi xwe têkeviyê û bi ser ve bibe..

dema mirov li kelepora, li edetên wan, li biwêj û gotinên pêşiyên wan dinêre mirov ecêbmayÎ dimîne piştÎ ev qas sal û ev qas tixûb û ev çend dûrî çawa hê jî bi ferqên biçûk kultura wan erf û edetên wan rabûn û rûniştina wan hema bêje eyn wekê me kurdên li bakurê kurdistanê ye.. http://www.ellahmezar.ir/



08.04.2014 06:21 | endazer