Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhad pîrbal] de;

9. li hewlêra paytexta kurdistanê nava rojê ji aliyê du kesên çekdar ve li ciheke qerebalix hatiye lêdan. mesele çi ye nizanim, sempatîzanên pkkê li ser twîtterê ji bo kesên êrîşkar dibêjin milîtanên pdkê, şexsî an siyasî, dema min ew dîmen dîtin gelekî aciz bûm, dilê min ji dinyayê xela. qeda bi wê kurdistanê bikeve ku rewşenbîrek li paytextê li nava rojê li nav xelkê de lêdanê dixwe. û tenê dema siyasî dengê xwe lê bilind dikin tên desgîrkirin.
ya ji bûyerê bêtir ez aciz kirime jî nûçekirina bûyerê ya ji aliyê rûdawê ve ye. nûçeya lêdanxwarina ferhad pîrbal bi xwe nîne, lê sê çar nûçe derbarê daxwuyaniyên qeymeqam û polîs û serokê hikÛmetê çêkirine. baş e ku zû de ye medyaya kurdî naşopînim.



14.04.2017 00:33 | endazer

2. nivîskar û rewşenbîrê soran yê teredîn.. vê taliyê di serdana sosyologê navdar ismail beşikçi ya ji bo başûrê kurdistanê de li ber girse û qerebalixek mezin xwe avêtibû ber piyê îsmaîl beşîkçî soleka wî ji linga derxistibû û maç kiribû danîbû ser serê xwe û gotibû ew kesê ku mafê kurdan û kurdistanê biparêze cihê sola wî li ser serê min heye.. di fuara dawîn ya tûyapê ya li amedê min ji bo hevala xwe pirtûka wî ya dawîn kirî û pê da îmze kirin.. şûna îmzeyê wêneyek ecêb ku camêr herwiha wênesazek temam e jî çêkir û da dest min min jê re got ev çi ye kakagiyan? got ez li gorî navê kesan îmzeyên cuda û cihêreng û rengorengo davêjim..*



12.07.2013 04:54 | endazer