5. helbet me tu kesî di akademiyên ku bi zimanê kurdî perwerdeyê didin de nexwendiye.. lê ev nayê wateyê ku em ê xwe bidin paş perdeya hêncetan û bêjin ji xwe me perwerdeya vî zimanî nedîtiye nexwe kî çawa bivê divê welê binivîse.. ez nabêjim her kurdek çawa ji zikê diya xwe derdikeve divê bi ya rist û rêzikêm rastnivîs û gramera kurdî bikin.. na helbet ev hînbûn proseyek e û hin jê evê proseyê biderengî temam dikin û hin jê jî bi bilez û zûka.. |
|
09.07.2013 00:18 |
endazer
|
1. bi zêdebûna hejmara nivîskaran û tunebûna pergaleka venêrîn û sererastkirina kêmî û şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên zimên ji bo nivîsên di tirşikê de ev pirsgirêk hêdî hêdî bel û beloq û berbiçav dibe.. divê hê nebûyî dereng ji aliyê moderasyonê ve çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bê dîtin.. |
|
08.07.2013 15:55 |
endazer
|