Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şîrketên ku li başûrê kurdistanê îş dikin] de;

2. hema bêje ji her dewlet û ji her neteweyekî şîrket hene, lê ji ber çend egeran kurdên başûrê kurdistanê bêtir dixwazin ligel şîrketên ji tirkiye û ji bakurê kurdistanê îş bikin.. ya yekê mal û alavên ku ji tirkiye û ji bakurê kurdistanê têne, li gorî rêjeya buha, kalîte û performansê ji yên ku ji der û deverên din têne baştir in, yên ji îranê û ji dewletên erebî têne biçekî din erzantir in lê bi kêrî pênc qurîşî nayêne, ji xwe bi piranî tişt û xwarinên xirabe û wextê wan li ber xilasbûne bi ser kurdistanê de dişînin, û yên ji ewropayê têne jî hem gelekî buha ne û hem jî anîna wan gelekî zehmet e.. yanî ne ku kurdên başûrî ji ber ku gelekÎ hej tirk û tirkiyeyê dikin, bi wan re îş dikin ji ber xêr û berjewendiyên xwe û ev jî tiştekî gelekî normal e.. herin hewlêrê, cafe û restaurant û otêlên ku tên avayê û dilê mirov diçiyê ku lê bixwe û bimîne bi pirranî yên tirk û kurdên ku ji tirkiye û ji bakurê kurdistanê hatine ne.. mixabin ji ber ku pirraniya kurdan heta niha li ser erd û zeviyên xwe wekê paleyekî bi nanûziko ji axa û serdestê xwe re şixuliye û tu carî fikr û hişmendiya xilaskirina axa xwe ji destê axa û serdestan tiştên wiha bîr nabe û aqil nake û tu çi qas jê re bêjî jî, bi serî nakeve..



09.06.2014 22:03 | endazer