Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan] de;

45. eger ji herêmbûnê xilas bû û bû dewlet seb xatirê mergehezan em ê navê wê bikin kurdistanyunaydidsteyt ne komarîkurdistan..



10.04.2015 23:51 | endazer

28. welateke bindest û mêtingeh e..

hinek kes dibêjin eger ji bin destan derkeve û azad û serbixwe bibe, wê ji nêza bimire, wê bibe pêlîstoka dewletên emperyal yên wekê îsraîl û amerîkayê, dibêjin ji ber ku sînorê wê bi qeraxê behrê re nîne, ne mimkun e ku li vir ticaret pêş bikeve û welatiyên wê nanê xwe jê derxînin û debara xwe jê bikin..

ya ecêb û sosret û cihê dax û mixabinê, pirraniya wan kesan, kesên ku bi ser navê kurdistaniyan siyasetê dikin û wekalat û temsiliyet û berdevkiya kurdistaniya dane ser milê xwe, van tiştan dibêjin..



15.02.2014 15:16 | endazer

25. welatê ku ji aliyê hinek stranbêjên kurd yên cesur û curetkar(!) ve di hinek stranan de vediguhêzê gulistan û tiştinên din.. ji bo nimûne solîst Û vokalîstê koma wetan, keremê gerdenzerî di strana xwe ya bi navê sînê de wekê teyrên nav ezmanê kurdistanê birÎndar dikeve, lê di heman stranê de mirov dibîne ku nilüfer akbal wekê teyrên nav ezmanê gulistanê birÎndar dikeve..



28.12.2013 04:30 | endazer

16. navê welatê kurdan.. serdagirkerê kurdistanê recep tayyip erdoğan jî bi munasebeta serdana serokê hikûmeta herêma kurdistanê, mesûd barzanî, cara pêşîn navê wê bilêv kir û serde jî li hemberî êrîşên chp û mhpyê xwe bi argûmanta mane atatürk jî di destpêka avakirina komarê de û di zabitên meclîsa yekem de ji bo herêma ku kurd lê dijîn (bi qewlê dagirkeran rojhilat û başûr rojhilatê tirkiyê) ev nav bikar aniye..

vê paşiyê wekîl û namzedê şaredariya amedê yê ji partiya dadwerî û werarê, mehmet galip ensarioğlu jî çendî bi dengekî qurifok û qutifok û newêrek be jî got navê herêma kurd lê dijîn ji berê de kurdistan e..



05.12.2013 01:26 | endazer

4. navê keçikek e biçûk ya ku di sala 2012'an de li navçeya cirnêreş ya bi ser ruhayê ve xwudêdayî ye.. dewla serê doza hiqûqî ya vê keçkokê êdî malbatên kurd dikarin bi rihetî bêyî ku qanûnên dewleta tirk binpê û bêpes bikin navê kurdistana rengîn li zarokên xwe bikin.. http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/110720133



11.07.2013 13:45 | endazer