14. simurg56 ne tê de pirraniya bijîşkên min nas kirîn û ez nas dikim qurre û nefsmezin in, kompleks û kaprîsên wan hene, ji wan we ye şagirdê xwudê ne, xwudê mirovan çêdike ew jî baximê li wan dikin, ya rastÎ ne tenê bijîşk, parêzer û mamosteyên zanîngehan û çend kar û pîşeyên din jî hene wekê bijîşkan qurre û nefsmezin in, lê ji ber ku ew wekê bijîşkan ne di nav xelkê de ne, anku kîtleya ku berê wan lê ye, ji ya bijîşkan biçûktir e heta belkî elîttir û rafînetir e, nefsa wan ya mezin ew qasî kifş nabe û xelk jî zêde li wan nagire û gilî û lomeyan ji wan nake.. |
|
04.09.2015 02:03 |
endazer
|
4. li herêma hekarî û behdînan jê re dibêjin nojdar an nijdar jî.. ez ne şaş bim ji peyva nişter an neşterê ya ku di wateya kêra emeliyatê de ye hatiye darêjtin.. |
|
06.08.2013 19:55 |
endazer
|