Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tobe] de;

5. bi şikayeta koma li dinê vîdeoya stranê ya li ser youtubeê hatiye rakirin..

lê rê û çareyên alternatîv li ser înternetê xilas nabin; https://soundcloud.com/agit-z-mr-t/li-dine-tobe *

li ber dilê min piştî take me homeê xweştirîn strana koma li dinê ye..



25.06.2014 17:56 | endazer

2. û straneka xweş ya koma li dinê ya ji albûma wan ya nû û nûxwurî ya bi navê hemereng e.. heçiyê dixwaze dikare ji vê lînkê xwe bigihîniyê; http://www.youtube.com/watch?v=JM5Rs9cMP98



''tobe min sozek daaa'''

''oo yeaaahhh!!'' *



18.04.2014 16:18 | endazer

1. ji gotin û kirin û fikr û dilÎnên xwe poşman bûn û anîna ser zimên ya vê poşmaniyê.. dema yek ji tiştekî poşman bibe û li hemberî kesekî -çi evd, çi xwudê- ehd û emanê dixwazê li ber digere û jê re dibêje, ez poşman im, min tobe ye, tobekirin herwiha qebûlkirina dubarenekirina heman tişta ku mirov jê tobe dike ye jî..

li ser mînîbûsên navbajêr yên li amedê çend caran liqayî gotina ''tobedar im''ê hatime, nizanim ev komepeyv bi rastî jî bi vî awayî jî tê bikaranîn an bi tesîra tirkî bi awayî tê bikaranîn..



18.04.2014 16:16 | endazer