Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerê tarxan] de;

5. seyîdxanê boyaxçî jî xweş dibêje;



rênas mîran tomara dengî paqij kiriye û mûzîk lê zêde kiriye, tişteke xweş jê derketiye..



06.07.2015 23:32 | endazer

1. navê serpêhatî û kilama wê ya ku dengbêj huseyno jî û delîl dîlanar jî distirên.. ez ne şaş bim ev kilam di dema serhildana agiriyê de derdikeve û tê striandin.. piştî ku serhildan sist û lawaz dibe, şervanên kurd roj bi roj kêm dibin û qût û erzaq ber bi xilasiyê ve diçe û hesara li dora şervanên kurd her ku diçe tengtir dibe serok û serkêşên serhildanê biryar distînin ku hawara xwe bigihînin sovyêtan û derbasî sînorê ykss-yê (bnr: yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst) bibin.. dewleta tirk ya xwînxwar û xêrnexwaz berî tevgera serhildana agiriyê diçe bi ykss-ê re peymanê datîne da ku leşkerên sovyêtê jî ligel şervanên kurd şer bike.. tabî di nav van leşkerên sovyetê de leşkerên ecem û ermen û rûs hene.. axirê şervanên tevgera serhildana agiriyê ku teqrîben 600 şervan bûn li qarşiyê ava eresê li gundê ebbasgetê liqayî leşkerên sovyetê têne.. piştî şer û qirêneke dijwar şervanên kurd nikarin xwe li ber lehiya leşkerên sovyêtê yên qaşo enternasyonal bigirin û çarneçar xwe vedikişînin berev quntara çiyayê gilîdaxê dîsan..



ji dengê dengbêj huseyno û delîl dîlanar deşîfrasyona kilamê ku keda destê min e:



de lo lo loooo..

lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo..

lo lo.. ax lo lo lo lo.. lo lo lo lo lo.. lo tu kela mêran î..

lê lê dayê.. lê dayê rebenê de rabe binêre

ev şerê hanê şerê tarxan e

keko tu rabe mêze bike..

ev dewa hanê dewa tarxan e

tarxan bi sê dengan dike gazî

ehmed bira tu rabe îro..

bi sê dengan li şahê ecem bike biqêrîne

tu bêje lawo xwedê dizane..

qetla te li ba min mînanî qetla du mirîşkan e

çi bikim îro li pêşiya te koçî qeleniyê ye..

koma celaliyan e

lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.. ê lo lo looo..

ax lo lo lo o lo lo.. lo tu kela mêran î



lê lê dayê

lê dayê rebenê rabe îro binêre

sira qeleniyê bişewite ji bextê min re

çi qas sirrekî sar e

de keko tu rabe mêze bike

sirra qeleniyê bişewite ji bextê min re

sirrekî çi qas sar e

taxima di destê bavê cemîlê kekê cezmo de orte zêrîn e mûmika serî kar û bar e

de eskerê şahê ecem giran e

duwanzdeh hezar e

di ser milê me her du biran de hatî xwar e

ez ditirsim eskerê şahê ecem

eskerekî zor î zexm î giran e

eskerê birayê te hindik e vê sibekê pê nikare

de bira ya xwudê be em ê lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin

ji sînorê ebbasgetê qarşiyê li ava eres de li ber destê kekê cezmo de..

lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo..



têbinî: tarxan şêweyê pevekelijîna herdu peyvên tahir û xan e..

têbinî 2: dixwazim bêjim ku heta niha di nav klîbên ku ji bo stran û kilamên kurdî hatin kişandin an ji fîlman hatine montajkirin de vîedeo-klîba herî resen û serkeftî li ber dilê min vîdeo-klîba ku ji bo vê kilamê hatiye montaj kirin e..



fermo bi performanseka zindî ji dengê delîl dîlanar:



fermo kilam û vîdeo-klîba ku min behsê kirî dîsa ji dengê delîl dîlanar:



fermo ji dengê dengbêj huseyno ku ez ne şaş bim cara pêşîn wî ev kilam gotiye:



09.07.2013 21:17 | endazer