Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mizgeft] de;

8. ne tenê cihê perestin û hewandinê lê cihê xwendin û perwerdehiyê ye jî..

dema ez biçûk 5 salan ser hev li cizîrê li mizgefta dortyolê (çaryan) -wek mizgefta şêx sahib- jî tê zanîn, min feqetî kiriye, ez nav nedim lê, di nav me de bi qasê çend rojekî jî be camêrekî seydatiya min jî kiriye.. belkî camêrinin derkevin û bêjin ew dera tu behs dikî, ne medrese be? erê wezîfeya medreseyê jî dikir, lê bêtir mzigeft bû, yanî wek mizgeft hatibû çêkirin lê paşê pê ve odeyek ku ferhenfa feqetiyê de jê re dibêjin hucre, jî hebû, ku em feqe lê diman, ez dibêjim em feqe, lê ez şevê ji xeynî çend şevan lê nemame, bi piranî feqeyên ji gund û ji bajarên derdorê dihatin şevan jî lê diman..



24.04.2014 03:10 | endazer

2. peyva ku herÎ zêde etîmolojiya wê mereq dikim, wextekî di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de camêrekî bi navê husein muhammed digot peyv bi eslê xwe ji mescîda (s-c-d, er., rûniştin) erebî tê û pê re pê re li ber bayê zemên heşifiye û dilq û dirûvê kurdî pê çûye..

lê hingî jî dilê min lê rûneniştibû û niha jî.. yanî xem û mereqa min a di vê barê de hêj aktûel e.. *



23.04.2014 16:41 | endazer