Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erotîzma bêhna bizin û mîha] de;

2. ''di baranê de bêhna pezê şil tê ji himbêza te''



mixabin ev hêmaya erotîzmê tenê li cem me kurda heye, di derseke taybet ta kurmancî de mesele hat ser paxilê, min jî ev rista jor ya ji diêşiyaya rênas jiyan wek nimûne ser texte nivîsî û ji wan re bi wate kir, min dît wê mehd û mirûzê xwe jê dixelînin yek jê rabû go ayyy, bu nasıl sevgi anlayışı?



min go ez ê bêjim;



''bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe ''



lê min go dev jê berde, nale'l şeytên, ker çi fêhm dike ji erotÎzma bêhna bizin û bişkulan? *



23.04.2014 21:41 | endazer