Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qoser] de;

18. min nedÎtiye kesekÎ jê re gotiye qoser herkes dibêje qezê. qezê jî ji kû hatiye nizanim belkî ji ber ku qeza anku navçe ye ev nav pê ve maye. feodalîteya li vir bawer nakim li ruhayê hebe, ji xwe ji navçeyeka mêrdînê bêtir dişibe navçeyên ruhayê. min digot qey li vir ereb nÎn in lê mixabin li vir jî ereb hene lê erebê li vir ji gundên derdora qoserê ne û wekê erebên mêrdînê ne serdest in. ji wan re dibêjin tat. hinek kurdên pîr jî ji wan kirasên spî yên ereban li xwe dikin.
wek li jor jî hatiye gotin li gorî gelheya bajêr û potansiyela bajêr navçe gelekÎ qirêj e, bê xweyî ye û paşdemayî ye. piraniya xelkê navçeyê debara xwe an bi çandiniyê an jî bi bazirganiyê dikin. rêya hevrîşim yanî qemyonên bar dibin û tînin başûr ji vir derbas dibe.
gelek tiştên ku divê li navendekî hebin ji ber ku li mêrdînê zêde erdê rast nîne û erebên mêrdînê jî zêde di pîşesazî û hostatiyê de zêde pêşneketine li mêrdÎnê na li qoserê hene, wek balafirxane, navenda danûstandinê, sîteya temîra erebeyan û gelek tiştên din.



24.12.2019 23:35 | endazer

9. bajarê ku piraniya nivîskarên wêjeya kurdî yên li bakurê kurdistanê jê ne.. tişteke ecêb e heçiyê nizanibe yê bêje qey li vî bajarî dema zarok xwudê didin di ber guhê wan de şûna banga xwudê helbestên shakespeareî dixwînin dêûbavên zarokan.. *



15.07.2013 21:51 | endazer


2. Qoser (ji Kosor, ango çiyayê sor) navçeya bajarê Mêrdînê ye. Navên weyî ê kevn Telermen, Dunaysir û Qoser e. Bi tirkî jê re dibên Kızıltepe. Gora sala 2008'an serjimara navçê 198.672 ye. Di sala 1973'yan de hejmara wê 21.000 bû, di 1990'î de 60.134 bû, di sala 2007'an de 127.148 hatiye hejmartin.

Hejmara navçeyê iro li navendê 131.050 ye li gundan jî 82.251 bi temami serjimara wê 213.101 e.

Qoser dema ku gundê çiyê tên şewitandin xelkê gundên navçê pir bar dikin û tên Qoserê. Di wê demê de nifûsa Qoserê zêde dibê. Yê koç dikin û tên Qoserê piranî surgûçî, xwirsî, baqustanî û hwd. Navê taxên Qoserê: Qoser, Xirafa...

Qoser bi qanûn vexwiriya jinên tûtina qaçax jî bi nav û deng e. Gor nîşanan di demên berê de nifûsa Qoserê ji ya niha bêtir bû. Mizgeftek mezin bi navê ku gel lê kiriye "Mizgefta Kevn" heye. Li vê mizgeftê bi carekê 800 mirov dikarin nimêj bikin. Ve yeka mirov li ser demên berê yê Qoserê difikirîne ku: gor kû mizgeftek bi vî rengî heye tê wê wateyê, ku nifûsa Qoserê pir bû. Yek ji gundê Qoserê, gundên Xursê bi tûtina xwe bi nav û deng e.



Dîroka navê bajêr:



Gor ku tê zanîn navê Qoserê berê Dunaysir, dûre bûye Tilermen û dûre jî bûye Qoser. Dunaysir bi zaravaya Kurmancî û Qoser bi zaravaya Zazakiye û "Tilermen" jî bi ermenî ye. Piştî dewleta Tirk tê damezirandin navê wê dibe "Kızıltepe". Qoser navçeyek bi Mêrdînê ve girêdayiye, lê ji Mêrdînê mezintir e.



Jiyana sosyolojîk:



Di nava bajarê Kurdîstanê de Qoser ji aliyê întelektueliyê ve bajarekî serkeftî ye. Xwendevanên wê pirin û serkeftî ne. Ji helbestvanan heya wênesazan û heya dînê wê giştik di nava gel de ne. Dinê bajêr: Eledînê Dîn, Qomançêro, Dodo.



Çend navdarên Qoserê:



Mîran Janbar, helbestvan

Rênas Jiyan, helbestvan, weşanger

Lal Laleş, helbestvan, weşanger

Îrfan Amîda, helbestvan, romannûs

Ferhat Kurtay, şoreşger

Yaqob Tilermenî, roman û çîroknivîs:

Îbrahîm Seydo Aydogan, romannûs, çîroknivîs û akademîsyen

Mûstafa Aydogan , wergêr û nivîskar

Vecdi Erbay, helbestvan, çîroknivîs

Kamuran Ji Kîkan , avûkat, siyasetmedar



10.07.2013 12:12 | endazer