Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîsîfos] de;

3. navê straneka koma mûzîkê ya îngîlîzî pink floydî ye..



10.07.2013 13:55 | endazer

2. nivîskarek ji nivîskarên tirşikê..

b'xêr hatiye hêvî her ew e ku bi xwe re xweşiyê jî bîne..



10.07.2013 13:52 | endazer

1. di mîtolojiya yewnanî de navê qralekî ye.. sîsîfos ji ber ku raza zeusî lê anîbû der û li xelkê belav kiribû ji aliyê zeus û qralên din ve hatibû cezakirin.. li gorî vî cezayî sîsîfos divê heta hetayê li cîhana binerdê kevirekî mezin bibe û bigindirîne heta serê kimtê girekî bilind.. dema ev kevirê mezin digihe serê kimtê girê bilind ji destê sîsîfosî difiştiqe û dixişike xwar û sîsîsfos çarneçar dîsa vedigere cihê xwe yê berê û kevirê mezin dîsa û dîsan gêr dike û dibe heta serê kimtê girê bilind.. ev ceza û mehkûmiyeta sîsîsfosî heta hetayê berdewam e.. ji ber hindê di îngîlîzî de ji bo karên beredayî û angarya û hemalî sisyphean tê gotin..



10.07.2013 13:51 | endazer