Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema sêrt tê gotin tê bîra mirov] de;

2. tiştên ku hema bêje sêrt ji bo hemûyan bi bajarên din ên cîran re di şerekî giran de ye.. wek problematîka fisteq ya sêrtê ye an ya urfa û eyntabê.. dîsa wek parêv ya sêrtê ye an ya bedlîsê.. ji xwe ez qet behsa cih û meskenê eslî yê hingivîn nakim..*



ez bi xwe dema navê sêrtê dibihîsim gundê min ê xopan yê bi ser sêrtê ve ku bi destê dewleta tirk hê ez sê salî pêşiyê tê şewitandin û paşê tiştên ava mayîn jî tên rûxandin tê bîra min.. paşê ger û geşt û seyrana me ya ji bo sêrtê ya ku hê ez zarok bi dersxaneya surê ya cemaeta fethullah gülenî re çûbûmê tê bîra min.. û paşê jî tiştên ku min ji devê hevalekê xwe yê ku bi eslê xwe erebê sêrtê ye yên derheqê koçerên sêrtê de.. *



10.07.2013 14:56 | endazer