Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî] de;

50. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe..

ya ku ez li ber dikevim peyvên ku min li cem xwe li hev anîne, li cihekî min tomar kiribûna bawerim niha ferhengeke fêris ya têgehên zanistî û teknîkî jê derketibû.. heyf!



07.07.2015 03:58 | endazer

44. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye..



08.06.2014 13:26 | endazer

43. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje;

''Zindî, şeng, ahengdar, hêsan, zelal, dewlemend û têvel, hînbûna,vî zimanê kişîner hesanî ye û xweşikayiyeke wî ya xweser heye. Îtîbareke mezin ya gotinên peşiyên wî hene û ev gotinên pêşiyan bihejmetkarî têne bikaranîn. Gotinên pêşiyan bingeh û îşka hemû xeberdanan e û ew bi rastî jî hunera jixweber ya zimanê kurdî ne. Li ser her tiştî, her mijarê gotineke pêşiyan heye di zimanê kurdî de û ew arîkariya qod û rê û rêbazên jiyanê dikin. Xweza jî di vê yekê re derbas dibe û zanatiya kurdan her tişt dîtiye û gotiye ji wextên ewil ve. Ji fîlozofekî ne hindiktir rayda, zimanê kurdî ji serî heta binî poêtîk e û helbesta wî hemû cûreyan hembêz dike û cih dide her aliyên xwezayê.''



14.04.2014 04:10 | endazer

39. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn..



20.12.2013 01:04 | endazer

33. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye..



24.10.2013 22:45 | endazer

25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..

''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-

ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.

Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar

‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin

ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)

Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,

daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,

amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.

Li medreseyan li ser

mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.

Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata

zimanê îndo-ewropî ye.

Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.

Ji nav koma

zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve

Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê

Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.

Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.

a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:

1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.

2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.

3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:

Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”

erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema

niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,

lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

ez di-parêz-im

ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)

di, qertafa dema niha

parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)

im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar

Niha jî em li gor dema borî bikişînin:

min parast

min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)

parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)

Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî

diguhere.

b) Ji aliyê binyadê ve ziman

Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:

1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)

2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)

3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)

4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)

5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)

*Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye

*Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:

Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''



06.08.2013 06:16 | endazer

12. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin..

ji vir bangekî ji bo nivîskarên tirşikê yên di facebookê de xudan hesab in dikim ku beşdarî vê komê bibin û di komê de reklam û danasîna tirşikê bikin ku canik û camêrên di komê de yên ku bi rastî jî di warê zimanê kurdî de kalîfiye ne bên û tirşikê jî bi nivîsên xwe rengîntir û zengîntir bikin.. https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/544966212227392/?notif_t=group_comment_reply



15.07.2013 03:47 | endazer