Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin] de;

4. camêrno tir û dasê tev li hev nekin.. bikarneanîn an tercîh nekirina zimanê kurdî tiştek e û qedexe kirin û rê li ber girrtina zimanekî tiştekî din e.. ez jî dixwazim kurdî bi hemû zarava û devokên xwe ve pêş bikeve lê rê û rêbaza vê pêşketinê ne ev e.. wek min di peyama xwe ya din de jî gotiye eger we divê term û têgînên trkî an yên bi zimanekî biyanî ji aliyê kurdan ve neyê bikar anîn xêra xwe û ya dêûbavên xwe pêşniyarên alternatîv yên maqul û bimantiq bêjin an binivîsin ku em sûdê jê bigirin û feyzê jê hilînin.. bi qedexe û astengiyan mirov hew şaxa bin lingê xwe dibirre..



10.07.2013 17:45 ~2017.07.23 14:09 | endazer

2. kampanyayek beredayî û bêbingeh e.. em qebûl bikin û nekin jî em netewek bindest in û gelek tiştên me di bin tesîra neteweya serdest yanî tirkan de maye.. bivê nevê em di bin tesîra rojeva tirkan de dimînin û em xwe neçar dibînin ku bîr û boçûnên xwe yên derbarê bûyer û rûdanên ku tirkan eleqedar dikin de îfade bikin.. wekê din gelek biwêj û qalib û jargon û slogan hene ku me kurdan ji tirkî standine an me bi xwe bi zimanê tirkan çêkirine.. em rabin pişta xwe bidin van zimanê me wê rijî û kêmber bimîne.. wekê din eger tirkî vê qedexe kirin divê zimanên din ên biyanî jî bên qedexekirin ê hingî jî em ê çawa stran û fîlm û nivîs û helbest û tiştên din yên ku êdî em kurd jî di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin di tirşikê de binivîsin..

axirê û dawiya dawîn canikno û camêrno şûna ku tiştekî qedexe bikin an rê li ber bigirin alternatîfeke kurdî ya wê tiştê çêkin û danin ber destê xelkê..



10.07.2013 17:19 | endazer