Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bajar] de;

3. navê komeka mûzîkê ya kurdî ye ku vokalîstiya komê solîstê koma kardeş türkülerê vedat yıldırım dike.. bi piranî mûzîka rockê dikin.. heta niha bi navê nêz be û b'xêr hatî du albûmên wan ên ku tê de stranên kurdî û tirkî cih digirin derketine..

ji albûma yekem strana bi navê ogit straneke gelekî xweş û navdar e.. http://www.youtube.com/watch?v=aPZApB00ASM



10.07.2013 19:22 | endazer

2. navê albûma pêşîn ya stranbêjê kurd jan axîn e..

di albûmê de bi heman navî helbesta constantine p. cavafy jî kiriye beste û bi form û performansek serkeftî xwendiye an stirandiye..



10.07.2013 19:13 | endazer

1. Li bajaran pir meriv dijîn û kar dikin. Li bajaran avahiyên kevin û nû, nizim û bilind, mal, dikan, dibistan, nexweşxane, daîre, dêr, mizgeft û kenîşte hene. Li piraniya wan stasyonên trênê û benderên keştiyan peyde dibin. Bajarek dikare wusa xuya bike, wek ku di wêneyî de. Lê bajar li gor serdeman tên guhertin. Bajarên pêşîn bajarên bazirganiyê bûn. Ev bajar li warên nêzî benderan û li ser xaçerêyên girîng dihatin avakirin. Gelek bajarên kevin li dora birc an jî kilîseyan ava bûne. Berê, bajaran xwe bi xwe îdareya xwe dikir. Di nav gund û bajaran de gelek ferq hebû. Gundiyan tiştên xwe dibirin li bajêr difîrotin. Mîna tu ji welatekî biçî welatekî din li bajêr baca xwe didan. Di van sedsalên dawîn de, li der û hundurê bajaran fabrîke hatine avakirin. Gelek merivan ji bo ku kar bikin, ji gundan koçî van bajarên îndustriyê kirine. Loma jî bajar zû mezin bûne. Piraniya şêniyên cîhanê li bajaran dijîn û bajar zêdetir dibin. Li hin bajaran bi mîlyonan meriv bicîh bûne. Hejmara şêniyên New York an jî Tokyoyê du caran li ya Swêdê ye. Bajarekî modern li gor planekê ava dibe. . Lê ew hertim nû dibe. Avahiyên kevin tên hilweşandin û yên nû tên avakirin. Trafîka bajaran roj bi roj zêde dibe, çareserkirina wê jî pirseke mezin e. Bi vê armancê hin kolan ji trafikê re têne girtin û li hinan jî trafîk yekalî ye.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 18:54 | endazer