Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [balafir] de;

1. Berî ku balafir hebin, gelek kaşif diketin xewn û xeyalên çêkirina makîneyekê ku ew bikare mîna çûkekê bifire. Lê di wê demê de ji bo makîneyeke weha motor tunebûn. Ev nêzîkî 80 salan e ku balafirên bi motor saz bûne. Gelo balafir çawa dikarin bifirin? Formê baskên balafiran weha ne ku dema ba li wan dixe, ew balafirê ber bi jor ve hildidin. Herwekî ku meriv kevirekî pahn li ruyê avê bixe û bi alîkariya avê ber bi jor bilind bibe. Ji bo ku balafir bikaribin rabin û bifirin, divê ew pir bi lez û pît herin.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 18:56 | endazer