Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xalxalok] de;

4. kêzika ku ez pirr li benda wê sekinîme



gava em biçûk bûn mezinan digotin: wan pê bigrin,bibêjin "pîrê ji min re cotekî solan bîne" û dîsa berdin.bi vî awayê ji we re sol tîne.

me jî wisa dikir û em li benda kêzikê disekinî lê sol mol nedihat.piştê vê em diçûn ba mezinan me û me digotin: ka kêzikê, solan neanî.ew ê kengî bîne?

wan jî digotin: solan tîne lê nîvê rê de şeytan wê dibîne û solekê jê didize.ji ber ku cot xera dibe (ji du solan yek tenê dimîne) kêzik jî dev jê berdide û vedigere.

wê gavê me jî digotin: qeyy? bila solekê tenê bîne,tişt nabe.

wan jî digotin: solek tenê nabe.divê ku cot bin.



wê gavê hinek guman* diket dilê me lê dîsa jî em li bendê disekinîn.



17.05.2014 20:01 | bayesar