1. pirsên ku min ji bo xwendevanên xwe yên asta yekemin amade kiriye ye . min xwest di tirşikê de parve bikim ku kesên bixwazin bikarbînin ;
1- Zimanê Kurdî di nav kîjan komên ziman de ne?
A)Bantûyî B)Hamî-Samî C) Hînt-Ewropî D) Ural-Altay
2-Di alfabeya kurdî de çend tîp hene?
A)28 B) 29 C) 31 D)30
3- Roja kedkar û xebatkaran di kîjan mehê de tê pîrozkirin?
A) Adar B) Gulan C) Îlon D) Tebax
4- Di kîjan vebijêrkê de mehên biharê rast hatine nivîsîn?
A) Sermawez, Gelawej,Berfanbar B) Reşemî, Adar,Avrêl
C) Adar, Avrêl, Gulan D) Berfanbar, Avrêl, Gulan
5- Dengdêrên zimanê kurdî di kîjan vebijêrkê de rast hatine nivîsîn?
A) a,e,ê,i,î,o,û,u B) a,e,ê,i,î,o,ö,û,u C) a,e,i,î,o,ö,u,û D) a,e,ê,ı,i,o,u,û
6- Kurdistan di kîjan parzemînê de ye?
A) Asya B) Ewrupa C) Efrîqa D) Antartîqa
7- Ji kerema xwe re qertafên tewangê binivîsênin û ji bo her yekî mînakekî bidin.
8- Peyvên; xwendin, ketin û nivîsînê li gor dema niha bikişînin.(li gor kesên yekem, duyem, sêyem û yekjimar)
9- Kîjan vebijêrk dûrî nîşan dide?
A) Vî B) ev C) ew D) van
10-têkiliya di nava dûpişk û ajal de heyî , di jêr de çawa ye?
Avjenî……………… sêv………………………
11- Saet çend e? (a-2:15, b-6:45,c-8:55,d-12:05)
12- Zaravayên kurdî binivîsînin.
13- Veqetandekên binavkirî binivîsênin û ji bo heryekî mînakekî bidin.
14- Qetafên tewangê yên nebinavkirî di kîjan vebijêrkê de rast hatine nivîsîn?
A)-ekê,ekî,inan B) –eke,-ekî,-ine C)-ekî,-eke,-ine D)-eke,-ekî,ine
15- navê pênç ajala binivîsînin
16-Qertafên veqetandekê yên nebinavkirî binivîsînin û ji bo heryekî mînakekî bidin .
17- Navên danên xwarinê û danên rojê binivîsînin.
18-Peyvên li jêr vergerînin.
Avjenî : spor:
Xebat: edebîyat:
Rojname: Mûhendîs:
Nivîskar: Teyze:
19- kîjan hevok dema bê de hatiye kişandin?
A) Xwendekar hatin malê.
B) Ez diçim gundî.
C) Min gellekî dîtiye.
D) Tu yê niha binivîsî?
20-Alfabeya kurdî ji aliyê kî ve bi latînî hatiye nivîsîn?
A) Melayê Cizîrî
B) Cegerxwîn
C) Mîr Celadet Alî Bedirxan
D) Mûsa Anter
|