1. yan jî bûm.
di lîteratûra zerdeştiyê de kund çûkeke pîroz û biyom e û hafizê kitêba avestayê ye anku avestayê jiber kiriye û kund bi xwendana xwe ya avestayê re tirs û xofeke dijwar berdide dilê hemû şeytanan.
sebeba ku kund afirindeyeke bêyom hatiye nîşandan û zanîn ev e:
Dema ku dêw û hefrîdan lawê keyûmers pêşeng li çiyayê demawendê kuştin hayê wî jê tunebû lê dilê wî diqilqilî û ditengijî, ji bo ku saloxekê ji lawê xwe pêşengî bîne dide rê û berê xwe dide çiyayê demawendê, li ser riya xwe pêrgî kundekî tê, kund çend caran dixwÎne û difire. bi xwendina kund re keyûmers gumana dibe ser tiştên qewimî û dema digihêje çiyayê demawendê dibîne lawê wî pêşengî hatiye kuştin û kuştina lawê xwe bi xwendina kund re girêdide û nifirên negotî li kund dike û ew roj ev roj e navê bêyomiyê dikeve histûyê kundî.
|