Tirşik - Profîl
tirşik-profîla soraxwin

profîla "soraxwin"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lo lo pismamo] de;

2. Lo lo pismamo çima dey nakî?

Serê xwe carek bilind ranakî? !



Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn

Weke xweşmêran ji hev bela nakî



Lo lo pismamo zanim xweşmêr î

Pismamê Rustem yan Êzdîn Şêr î



Roja halanê, roja lêdanê

Mêr û gernas î, dotmam bi gorî



Lo lo pismamo haya tej te bî

Çaroka min reş li serê te bî



Roja lêdanê, mêr be li meydanê

Kuştin tim hebî, reva te nebî



Dotmama te me, min çav kildaye

Dereşa Kawa, bo te hildaye



Rojek lêdanê, rojek razanê

Îro lêdan e roja Kurda ye



Dengê min zîz e, hewar û gazî

Serqot û pêxwas, birçî û tazî



Êrîş e lêxe pismamo lêxe

Şerm û fehêt e îro tu razî



Şalê xerzanî rab eli xwe ke

Li pişta xwe girêde rext û fîşek e



Pismamê min î, dotmama te me

Mij ter kildane çavên belek e



Cigerxwîn



23.08.2013 16:19 | soraxwin

1. helbestek ji cegerxwin

stranek ji aram tigran.







23.08.2013 16:18 | soraxwin