Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tevnepirk

profîla "tevnepirk"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zozanîka] de;

1. Dema dê û bav bi zarokan re dilîzin û şa dibin û carinan jî kêfa wan ji zarokên wan re tê wek tiştek sosret dixwazin wan bişînin zozanan. Piştî vê daxwazê, xwe li ser hêsanê piştê dirêj dikin û herdu piyên xwe datînin ser singa zarokên xwe û wan bi asîmanan ve bilind dikin. Ev lîstik bi hişmendî wisa bûye ji ber ku zozan li cihên bilind in. Piştî dê û bav zarokên xwe bilind dikin ango wan dişînin zozanan ji wan hin daxwaz dikin. Ev daxwaz jî ji fêkiyên li zozanan peyda dibine. Meselen dibêjin: zoooozaaanîkaa ji min re behîvan bîne,ji min re gûzan bîne, ji min re filan filan tiştê bîne. Zehf xweş e. Lêbelê ji ber ku zarok ne di wê hişmendiyê de ne û cara pêşîn rastî tecrûbeya asimanî tên hinekî şaş dimînin û dikevin tirsa xwe de.



2018.01.12-21:40 [guhertin:2018.01.12 21:43]| tevnepirk