Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hotîkê medê

profîla "hotîkê medê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li amedê pirsgirêka zimanê dayikê] de;

5. Her çend amed paytexta Kurdistan be jî;

ji bo ziman me re nikare veya bêje.Taybet li navenda bajêr rêjeya bikaranîna kurdî pir kêm e.Ji sedî sed gel ji veya ne berpirsyar be jî bêpar nîne.Erê heta salên nodî kurdî qedexe bû axaftina wê sedema cezeyan bû lê veya tenê têra vê encam û rewşê nake. Do bi darê zorê dixwastin kurdan asîmile bikin îro jî bi şêwazekî gewr û bi qirqirina çandê.Dewlet bi pergala xweyi perwerdê bi çapemenî ,fûtbol,cemaat û tarîkatan xwe cardîn dixwaze Kurdistanê fetih bike û kurdî têk bibe. Lê belê tenê dewlet ne tewanbar e.Em jî kurd jî,ji vê yekê berbirsyar e.Tu derdikeve nav kuçên amedê zarok goş bi tirkî diacive,tu derdikevi nav súkên amedê esnaf giş bi tirkî bi ter dipeyive.Heta şifêrên şaredarî jî bi tirkî diaxive.Tişkî ecêb ewe kû tu bi kurdî biaxive jî bipirse jî bi tirkî li te vedigerîne bersivê dide te.Min bi xwe xwe biryarek daye kû ji niha û pêv ên kurdî bersivê nede ez tiştekî ji cem wî nakirim win jî nekire.

Ji xwe zatî li zaningehê kurdî mirîye kes tuni wê veşêre.Ji bilî nivîskarên tirşiknetê pir hindik kes kurdî diaxive.Keçên meyi niha bê lome tê bê qeyn ji zikê diya xwe bi tirkî derketine!

Heta me re peyvek kurdî ji wan dibihîse me re kevzikî dibe.Ji bo dengê xwe zirav bikin pir tâdê li xwe dikin.Carnan ewqas dengê xwe tenik dikin kû me re dibê qeyn kelmêş bi me re diaxive.Ji ber kû pergala hêzën serwer vê hişmendiya bi me re çêkiriye: tu çiqasî xweş tirkî biaxive tu ewqas medenî ye.Car caran em giş dibin şahid kesên kû dê û bavên wan kelîmak tirkî nizane dibê anlıyorum ama konuşamıyorum! Gelo dewlet çi anîye serë me kû em ewqas ji xwe dûrketine ji zimanê xwe ji çanda xwe fedî dikin.Gelek malbat hene kû ne bi darê zorê bi xwe xwe zaryên xwe asimile dikin ji bo bibin kurdên baş di çavên dewletê.Dibêjin zarokên me tirkî baş zani be wê li dibistanê jî serkeftî be.Hincetek kú bingeha wê bêhna menfaatê jê tê!Ji ber kû zarokên pirziman gor lêkolînên zanistî serkeftîtirin ji ê yek zimanî.Di vir de ji nasnameya xwe revek heye fedîyek heye.Pir eşkere xuya dike kû dewleta dagirker komleksek xwe jêr dîtine di me hinek kurdan çêkiriye.Tabî veya polîtîkak sed sala ye.Divê li hember vê siyasetê em xurttir li zimanê dayikê xwedî derkevi ji bo perwerdehiya zikmakı bêtir zextê li dewletê bikin.Di heman demê de divê şaredarên me parlementerên me nivîskar û rewşembîrên me girîngiyê bide kurdî û paşguh neki.Kurdî divê bê hezkirin ú bide hezkirin.Ez nepeyivim tu nepeyive ew nepeyive wê kî bipeyive.Ji bîr nekin kurdno ji zimanê xwe fedî kirin ji dayika xwe fedî kirine.Û kesên ji dayika xwe fedî bike ne hêjayi pênç peraye.



05.05.2014 19:01 | hotîkê medê