Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lembaya trafikê] de;

2. min meraq dikir bê ka çima rengên lambayan kesk û sor û zer e û min dît ku sedem ev e: wekî li jorê jî hatiye nivîsîn ev sepan ji rêhesinan hatiye stendin û Sepana roniyên trafîkê, beriya tirimbêlan ji bo kontrola trenên rêhesinî dihat bikaranîn. lê niha ez jî agahiyek bidim we û bejna we pê dirêj bibe ;) Rêveberiya Rêhesinê rengê sor wek sînyala, “sekinandinê” hilbijartibû. Ji ber ku ev reng, rengê xwînê ye û bi sed salan e nîşaneya zirar, talûke û mirinê ye. Lê di sala 1830an de dema ku rêhesinan dest bi falîyetê kir, rengê kesk “talûkeyê” rengê spî jî wek, “derbasbûne” hat sepandin. Piştî demekê rengê sînyala spî bû pirsgirêk. Sinyala spî ya ku wateya wê “derbasbûn” bû, bi roniyên kolanan ve tevlihevî çê dikir.

Ya herî xirabtir, sînyala stopê ya sor dema ku ji cihê xwe derdiket, rengê wê dibû spî û ev yek jî dibû sedema qezayan. Di dawiyê de sor ji bo “sekînandinê”, ya kesk ji bo “ derbasbûnê”, ya zer jî ji bo “baldariyê” hat bikaranîn. Wekî ku tê zanîn, rengê zer di nav rengan de, rengê herî balkêş e. Bi ve yekê, ger makînîst bi rengê zer sînyalekê bibîne, fêm dike ku pirsgirêkek li wir heye û divê tevdîrên xwe bigire.



28.06.2017 16:37 | tizbîkêş