Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotin] de;

1. "di destpêkê de Gotin hebû; Gotin jî bi Xweda re bû û Gotin Xweda bû. Heman tişt di serî de bi Xweda re bû. Her tişt bi rêya wê hate afirandin." (Jn. 1: 1-3 – Di Încîlê de beşa yekem a Yuhannayê).

Dema Xuda tê gotin, Xuda(yê) min dibêjin, lê dema Gotin be, Gotin(a) min dibêjin. Gotin bi xwe mê ye, ji lewre jî, "her tişt bi rêya (wê) hate afirandin."

Di yunanî de "Logos" tê gotin û ev peyv di yunanî de nêr e, lê di fransizî de jî "Segond" tê gotin ku, "la" ye, ango mîna "la parole" tê binavkirin û ev jî tê wateya ku mê ye. Di almanî de "Luther" tê gotin û ew bi xwe vêya mîna "das worth" bi nav dikin ku ew jî notr ango bêalî, yan jî ne mê û ne jî nêr e.

"Gotin" ew tişt e ku mirov wê bi rêya bêje û peyamên din dide der û dîtinên xwe yên hundirîn tîne ziman.



07.02.2017 16:01 | tizbîkêş