Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara wêje û rexne] de;

38. yezdan ji wan razî be. rexne, qamçiya li ser pişta wêjeyê ye. Caran biêşîne jî, bêyî wê bi rê û bi pêş nakeve, li ciyê xwe diponije, heya genî dibe. Lê ciyê mixabiniyê ye ku ev yek di nav me de ji bilî çend kes û mînakên hêja, hema bêje tuneye. Bêtir pesindana hev û du derbas dibe. Pesindaneka ne ji dil, ne di cî de û ne rast. Rastiya “Di vê dinyayê de du camêr hene, yek jê tu yî…” bêtir derbas dibe. Lewra yê li hember jî xwe neçar dibîne ku ew jî bêje “Naxwe yê din jî tu yî…” Ev yek heya demeke kin jî bêtir wisa bû, lê niha di vî warî de jî pêşketinek heye û keda rexneyên li ser bingeheka çêker û zanînê di vê yekê de zêde ye bê guman. Qet şika min tune ku dê bipêştir bikeve û wêjeya nûjen a kurd jî, li ser rastiya xwe rûnê. Lewra ziman çewa tiştek zindî be, civak jî zindî ne û diafirînin. Hele ku ew gel û ew civak xwedî ziman, çand, dîrok û bingeheka pir xurt bin.



07.02.2017 15:51 | tizbîkêş