Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [narîn yukler] de;

1. narîn yukler helbestvaneke xweşkok î delal e, helbestên wê jî mîna wê lihevhatî ne. îsal di pêşbirka helbestan a arjen arî de bi dosyeya xwe ya rê û rêçê liqayî xelatê hat dîtin.

ew di sala 1988an de li wêranşara rihayê hatiye dinê, li dîlokê zanîngeh xwendiye, ji ber rewşa siyasî ji sala 2014an ve wek penaber li zaxoyê dijî. zewicandî û diya zarokekê ye. yukler digel kurdî bi tirkî jî dinivîse û par di pêşbaziya "altin defne genç şiir ödülü"yê de xelata taybet a lijneyê wergirtibû. heta niha helbestên wê di gelek cîyan de hatine weşandin û li flemenî û ûrduyî jî hatine wergerandin.

Here lînkê



29.08.2017 01:57 ~2018.07.04 15:54 | tizbîkêş