Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dehaq] de;

4. Di folklora kevneşopî ya Asyaya Nêzîk de, Dehaq wekî kesayetiyek dîrokî an mîtolojîk xuya dike. Bo nimûne, di edebiyat û folklora farisî de, Dehaq li gor Dieulafoy, şahekî Ereban, mîrekî Sûriyê ye bi navê Zoak. Di kevneşopiya Ereban de wekî Ashurbanipal tê dîtin. Peyva Baevaraspa ku nasnavê Dehaq e, di Şahnameyê de wekî Biyaresb û di şerefnameyê de jî wekî Bîveresb tê bikaranîn. Li gorî Robert W. Thomson, nav ji Pîurîd, mexlûqekî Keldaniyan a serê wî mirov û laşê wî hesp e, tê.



27.01.2023 17:16 ~17:18 | tizbîkêş

1. di çîroka kawayê hesinker de dijminê xwînxwar yê gelê kurd e. cara ewil wek nivîskî di şahnameyê de jê hatiye qalkirin.

li gor çîrokê rojek ji rojan li ser herdu milê dehaqî du mar şîn dibin û ew zûka ferman dide ku dermana vê nexweşiyê peyda bikin. dema êdî ji hal dikeve nişke ve cihûyekî tê jê re dibêje dermana te di xwîn û mêjiyê ciwanan de ye. divê tu her ro xwîn û mêjiyê du ciwanikê bi van maran bidî xwarin da ku ji laşê te sûd wernegirin û zirarê nebînî. dehaq jî wisa dike her ro xwîn û mêjiyê du ciwanikê bi maran dide xwarin lê demekî tê êdî gel dixwaze jê bifilite û ji ber wê jî di şûna du ciwanikê de yekê didin û li cihê yê din jî pezekî qurbanî dikin. werhasil êdî hejmara ew ciwanikên ku ji zilmê dehaqî filitîbûn ewqasî zêde dibe ku çiyayên kurdistanê tije dibin. kawayê hesinker jî heta niha şeş zarokê xwe ji bo wî canawerî qûrbanî daye û dizane demekê were ku zarokê wî yê heftemîn jî dê bibin. beriya ku ew dem were kawa dest bi çêkirina çekan dike û ew ciwanên filitî bi destê hev digirin li hemberî zilma wî serî hildidin. êdî roja serhildanê tê û di 21ê adarê de gelê kurd bi rêberiya kawayê hesinker li hemberî dehaqî radibin ser piyan. axirê kurd bi ser dikevin û dehaq tê kuştin.

bûye sebeb ku di hişê mirovan de canawerekî mîna zîha çêbe.

azî dehaq > azdehaq > ezdehaq > ejdeha û tirk tîpa "r" lê zêde kirine

dehaq > zehaq > ziya an jî zîhayê xebroşkên kurmancî

û ji bo fikrên heretîk bûye lehengek, hem ji bo yaresan û elewiyan hem jî ji bo êzîdiyan

dehaq > zehaq > sultan sehaqê melekekî êzîdiyan



29.08.2017 03:51 ~2020.08.31 16:34 | tizbîkêş