Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vê lehzê payîzê] de;

1. emerîkê sidîqayê bi vê dîwana xwe ya biçûk xelata pêşbirka helbestan a arjen arî girtiye û pirtûka wî jî bi vê etîketê derçûye. hem ji ber vê reklamê û hem jî dizanim xelkê serhedê ye min bêhtir xwest wî bixwînim. ji ber hêviyên min ên mezin ber bi qedandina pirtûkê hebkî hêviya min şikiya.

ji ziman, hêma û hem jî ji silava ji kawa nemir re şandî û pesnê kawa yê di qada medyaya civakî de li ser wî parve kiriye, xweş eşkere ye gelek tesîr ji k. nemir girtiye helbet tesîr baş e, divê hebe jî lê min têra xwe dengekî saf û serbixwe tê de nebihîst. lêkeran gelekî nêzî zimanê pexşanê, yê çîrok, roman û gotaran bi kar tîne, ev yek ahenga helbestê xira dike û mirov pê aciz dibe, taybetî jî obsesyona lêkera "bûn"ê zehf berbiçav e.

ji xeynî van, sirûşt û ajal û erdnigariya serhedê wek hêmayeke sereke serûpî helbestên wî rapeçandiye, û çivikên serhedê jî ciyeke taybet di nav sirûşta dîwana wî de girtine.

"li zevîya welêt mehfûreke raxistî heye!
avjeroya kesk,
sêva sor,
belga zer,
ev e bi derpa payîzê ve diçilvile!
ku hidûdê îşiqa tava tenêtiya min diyar dike."



10.02.2019 15:06 ~15:17 | tizbîkêş